Şervanên eniya Qasimiyê: Êriş dikin, dişkin û paşde vedigerin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Qasimiyê yê navçeya Til Temirê ji aliyê şervanên QSD‘ê ve tên bersivdayîn. Têkildarî rewşa dawî ya gund şervanê QSD‘ê diyar kir ku çete her êrîş dikin dişkin û paşde vedigerin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser gundên navçeya Til Til Temirê ya kantona Hesekê dijwar kirine. Şervanên QSD‘ê bi tundî êriş û hewildanên derbasbûna çeteyên dewleta Tirk a ji bo gund dişkînin.

Ji ber tevgera bênavber a balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê me gelek zehmetî kişandin heta me xwe gihand gundê Qasimiyê yê 1 km di dûrî cihê çeteyan. Me rewşa dawî ya gund ji şervanên QSD‘ê nas kir.

‘Êriş dikin dişkin û paşde vedigerin’

Şervanê QSD‘ê bi navê Şêro Enteriyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bênavber balafirên keşfê yên bi çek bi kar tîne û li hemberî vê yekê wan jî tedbîrên xwe girtine û dibejê: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê sivîlên li gund bi van balafirên keşfe yên bi çek dike hedef û bombaran dikin. Gelê li dijî êrişan li ber xwe didin û ji gund dernakevin. Çeteyên dewleta Tirk li gundê Mahmûdiyê çêkên xwe bi cîh dikin û hewildanên wan yên derbasbûnê hene. Lê rastî  bersivdayîna me tên. Tevgera çeteyan piranî bi roj pêk tê, ji ber êvarî nikarin êrişî me bikin. Bi roj jî êrişî me dikin piştî bersiva me vedikişin. Hewil didin têkevin girê Mehmûdiyê lê em nahêlin. Beriya niha balafirên wan yên keşfê bi çek endamê rêxistina " free Burma rangers" a Amerîkayê jiyana xwe ji dest da. Êriş dikin dişkin û vedigerin.  ”

‘Balafir û êrişên wan tu carî moralê me naşkîne’

Şêro bal dikşîne ser tevgera çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ser gundê Mehmûdiyê û dibêje: “Birîndarên çeteyan hemû li dibistana Mehmûdiyê de ne. Zêde di dibistanên de tev digerin û cebilxaneya wan hemû di wir de ye. Derdora dibistanê ji aliyê balafirên keşfe yên bi çek vê di dorpêçê de ye. Ji Mehmûdiyê heya Serêkaniyê em ji wan re nahêlin. Balafir û êrişên wan tu carî moralê me naşkîne. Ev cara çara ye em hewildanên wan yên derbasbûna gund têk dibin. Heya dawî yê jî em ê li berxwe bidin.”

ANHA 


Mijarên Din