Şervanekî ereb: Parastina xaka Sûriyê ji dagirkeriyê bikin

Şervanê bi navê Faris El-Meter diyar ku li dijî êrîşên li ser herêmê û ji bo têkbirina dagirkeriyê, dem dema yekitiyê ye. El-Meter tekez kir ku ew ji bo vê yekê tev li nava refên QSD`ê bûye û bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku li dora QSD`ê kom bibin û dagirkeriyê têk bibin.

Bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ciwanê ji pêkhateya Ereb Faris El-Meter biryara tevlêbûna nava rêfên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) da û berê xwe da çeperên berxwedanê li kêleka şervanan.

Şervanê Ereb, El-Meter (24) ji gundê Xizaa yê navçeya Til Koçerê ye. Tev li Berxwedana Rûmetê bû û li gundên Serêkaniyê li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir. Faris El-Meter di vê der barê de wiha dibêje: "Min biryar da ku ez tev li QSD`ê bibim ji bo ku em xaka Sûriyê ku rastî dagirkirinê tê û gelê xwe yê ku rastî komkujî û koçberiyê tê, biparêzin."

El-Meter destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û wiha got: "Ji ber vê yekê divê hemû pêkhate û mezhebên li Sûriyê li dijî xetereya dewleta Tirk ku vegerandina dagirkeriya Osmanî û pêkanîna komkujiyan der heqê gelên herêmê de armanc dike, yekdest bin."

Di dawiya axaftina xwe de El-Meter tekez kir ku dem dema ku gelê Sûriyê li dijî dagirkeran rabe serhildanê û wan têk bibe. Her wiha bang li ciwanên Sûriyê kir ku tev li QSD’ê bibin û bi hev re li dijî êrîşan di çerperên berxwedanê de cihê xwe bigirin û dagirkeran têk bibin û wan ji erdên ku dagir kirine, derxin.

ANHA


Mijarên Din