Şervanê QSD`ê Ehmed Salih hat oxirkirin

  Cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Deham Salih li navçeya Şedadê bi merasîmekê hat oxirkirin. Di merasîmê de bal li ser fedakariyên şehîdan ên di oxira pêkanîna ewlehî û aramiyê de hat kişandin.

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl li goristana şehîdan a li navçeyê kom bûn da ku beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Ehmed Deham Salih bibin. Ehmed Salih 18`ê Gulanê dema li ser erka xwe bû şehîd bibû.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê toranek leşkerî li dar xist. Piştre ji fermandarên QSD`ê Mihemed Salih axivî û got: “Destkeftî bi saya şehîdan tên bidestxistin, ne ji fedakariyên wan ên mezin bûya, dê welat hatibana dagirkirin û xêr û bêrên gel hatibana talankirin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hîbe El Ebdullah jî diyar kir ku şehîdan canê xwe kir pirek da ku gel bigihêjin aramî, ewlehî û azadiyê û serkeftin pêk were.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radsetî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên mîna “şehîd namirin” de hat veşartin.

(c)

ANHA


Mijarên Din