Şervan Muslim: Tecrîdkirina Rêber Ocalan tecrîdkirina firkên demokratîk e

Mamoste û pisporê zanista civakî yê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim got: “Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, tecrîdkirina fêkirê wî yê demokratîk e. Ku dê fikrên wî civaka Rojhilata Navîn azad bike.”

Dewleta Tirk a dagirker ji 2011’an ve tecrîdek girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Mamoste û pisporê zanista civakî yê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim girêdayî sedem û armanca tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Şervan Muslim di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Di dîrokê de hertim hêzên desthilatdar gelan dikin hedef. Hewl didin di kesayetan kesên xwedî firkên demokrat ên wek Rêber Ocalan de, nasnameya gelan tune bikin. Ji ber wê jî bi hemû rêbazên derqanûnî û derexlaqî êrişî wan kesan dikin.”

Şervan Muslim wiha domand: "Civakên destpêkê li ser rêbazên xwezayî dijiyan. Lê hêzên dagirker û desthilatdar bi civakê lîstin. Serweriya xwe li ser civakê ferz kirin. Rêber Ocalan tevî her cure zextê, rastiya gelan û dewletên dagirker derxist holê. Jiyana azad ên ku aloziya herêmê çareserbikin, pêşniyar kir.

Şervan Muslim diyar kir ku doza tecrîdkirina Rêber Ocalan ne dozek kesî ye û wiha pêde çû: “Armanc tunekirina fikrên demokratîk e. Ji ber firkên wî gelên herêmê ji zilma dewletên desthilatdar rizgar dike. Giringe ku civakên Rojhilata Navîn fikir û felsefeya Rêber Ocalan bişopînin û bixin merteyê.”

Mamoste û pisporê Zanista Civakî yê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim di dawiyê de wiha got: “Tecrîdkirina Rêber Ocalan tecrîdkirina fikrên wî yên demokratîk e. Ku dê fikrên wî civaka Rojhilata Navîn azad bike.”

(bx)

ANHA


Mijarên Din