Sersaxiya şehîd Lorens Nihêtir li Til Hemîsê pêk hat

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Lorens Nihêtir ku di Berxwedana Rûmetê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên Til Hemîsê û endamên saziyên civaka sivîl ber bi konê sersaxiyê yê Lorans Nihêtir (Rûbar Til Hemîs) ve çûn ku li gundê jidayikbûna şehîd Damircî yê ku dikeve bakurê Til Hemîsê ye.

Şehîd Lorans Nihêtir di 13`ê Cotmehê de di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû.

Merasîmê bi rêzgiritinê dest pê kir. Paşê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên navçeya Til Hemîsê Hemam Iraqî axivî û îşaret bi berdêlên ku şehîd di oxira parastina welat û şopandina rêya xwe de didin, kir. Her wiha got ew wek ciwan erka pêşeng ku dikeve ser milê wan ew e ku destekê bidine QSD`ê.

Serdana konê sersaxiyê dê heta êvarê berdewam be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din