Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê û teqînên Qamişlo re hate xwestin

Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê û teqînên Qamişlo re xwestin.

Ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê Mihemed El-Tirkî (Lewend Qamişlo) yê 9‘ê Mijdarê li derdora Serêkaniyê şehîd bibû, Mûeyed El-Ezîz (Dilgeş Qamişlo) yê 11‘ê Mijdarê li Til Temirê şehîd bibû, Şalan Şalan (Elî Qamişlo) 28‘ê Cotmehê li Zirganê şehîd bibû û endama ragihandina Şaredariya Qamişlo Zozan Şêxo û Medîna El-Hisên ên 11‘ê Mijdarê di êrişa hovane ya li bajarê Qamişlo şehîd bibûn konê sersaxiyê li ber goristana Şehîd Delîl Saroxan hate vedan.

Kon bi wêneyên şehîdan, alên QSD, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Xweparastinê hat xemilandin. Bi sedan kes herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Efîn axivî. Ehmed got, têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîneke pîroz e di nav xwe de nirxên dîrokî digire û wiha domand: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtinekê bihêztirîn rêxistina terorîst a DAIŞ têk bir. Lê dewleta Tirk a ku destekê didin DAIŞ‘ê bê çare me ji ber vê yekê êrişên gelê me dikin, li hemberî wê gelê me li ber xwe didin û dîrokê bi tîpên zêrîn dinîvisînin. "

Pismamê şehîd Zozan, Mihemed Ebdulselam got, "Ji bo avakirina sûriyeke azad û demokratîk em amade ne hîn jî şehîdan bin. Em banga şer nakin,  em banga aştiyê dikin. Her kes dizane ku em ne terorîst in, em aşiqê welat û axa xwe ne. daxwaza me tenê em azad bijîn."

Mihemed Ebdulselam banga hevgirtinê li hemberî planan li gelê Kurd kir.

ANHA


Mijarên Din