Sersaxî ji malbata şehîd Melsa Dêrikê re hate xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Melsa Dêrik re xwest. Şehîd Melsa Dêrik di êrişên çekên qedexekirî yên artêşa Tirk a dagirker de li herêmên Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li qada Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a Dêrikê hat vedan.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/06/16/140741_mhmd-jmyl.jpg

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl sersaxiya malata şehîd kir û wiha got: "Dewleta Tirk ji belavbûna fikirê neteweya demokratîk li seranserî cîhanê û berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên wê yên bejahî, asîmanî û kîmyawî didin, ditirse."

Li ser navê malbatên şehîdan, Mihemed Cemîl bang li PDK’ê kir ku helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan bide yan vebijratina îxaneta bi dewleta Tirk re yan jî berxwedana bi birayên xwe yên Kurd re li hember dijminên gelê Kurd.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/06/16/140722_klara-adysa.jpg

Li aliyekî din jî, endama rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk  (PYD) a Tirbespiyê Klara Edîsa da zanîn ku dewleta Tirk ji dema împratoriya Osmanî ve û heta roja îro hewl dide serwerî û dagirkirna xakan li ser hesabê gelên dîtir bi taybet gelê Kurd fireh bike.

Klara Edîsa eşkere kir demokrasî û jiyana hevbeş a îro bi saya fikir û felsefeya rêber Olcalan û bi hezara qurbaniyên keç û xortan e, lê hin siyaset hewl didin van destkeftiyan derbe bikin.

Dûvre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

‛MELSA NE TENÊ ŞEHÎDÊ ME YE, LÊ ŞEHÎDÊ TEVAHÎ KURDISTANÊ YE’

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/06/16/140809_ywsf-aly.jpg

Bavê şehîd Melsa Dêrik, Yûsif Elî axivî û wiha got: "Şehîd Melsa Dêrik ne tenê şehîdê wan e, lê belê şehîdê tevahî Kurdistanê ye û dê rêça wan heta dawiyê û pêkanîna armancên wan bişopînin."

Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din