Sersaxî ji malbata şehîd Hisên Temo re hate xwestin

Keça şehîd Hisên Dîlar Hisên Temo da zanîn ku bavê wan ser bîrdozî û felsefeya Rêber Ocalan rakirin û wiha got: "Bavê min ji me re digot, ez şagirtê di dibistana Rêber Ocalan de me û dev ji fikir û felsefeya wî bernadim û em ê parastina xaka xwe bikin weke Rêber Apo em fêr kirin."

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundên wê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şervanê Erka Xweparastinê Hisên Temo dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bû ku li nêzî goristana şehîd Delîl Sarûxan hatiye vedan.

Kon bi wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên QSD, Erka Xweparastinê, Meclisa Leşkerî ya Qamişlo, YPG, YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Starhate xemlandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatimê El-Casim axivî û sersaxî ji malbata şehîd Hisên Temo re xwest. Fatimê da xuya kirin ku şêniyên herêmê ji laşê xwe mertalên parasatinê ava kirin.

Keça şehîd Hisên, Dilara Hisên Temo anî ziman ku bavê wê ew li ser fikir û felsefeya Ocalan mezin kirin û wiha got: "Bavê min ji me re digot, ez şagirtê di dibistana Rêber Ocalan de me û dev ji fikir û felsefeya wî bernadim û em ê parastina xaka xwe bikin weke Rêber Apo em fêr kirin."

Tê payîn ku dê sersaxî heta seatên êvarê dewam bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din