Sersaxî ji malbata şehîd Diyar Efrîn re hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji malbata şervanê YPG‘ê Ehmed Kedro (Diyar Efrîn) re yê ku 13‘ê Sibatê li Helebê di encama nexweşiyê de şehîd bibû, xwestin.

Konê sersaxiyî yê şehîd Ehmed Kedro (Diyar Efrîn) li gundê Hilêsa yê girêdayî kantona Şehbayê hat vedan û bi wêneyên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan û alên YPG‘ê hatibû xemildanin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Hacer Miho axivî û got: "Konê sersaxiyê yê şehîd Diyar konê şeref, rûmet û berxwedanê ye, bi vê berxwedanê û bi keda şehîdan em ê vegerin Efrînê."

Bi navê Meclisa Navçeya Ehdasê endamê meclisê Ehmed Mûsa got: "Em ji bo azadiyê şer dikin, ti kes nikara îradeya gelê Kurdistanê bişkîne. Gelê berxwedêr fikir û ramanê xwe ji Rêber Ocalan digire yê ku banga azadî û biratiya gelan dike."

Rêvebera Kongreya Star Hesna Hesen û rêveberên Meclisa Kantona Şehbayê Ebdulqadir Hemdo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da ta rizgarkirina Efrînê.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojîn Qaşo nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din