Serpêhatiya dayikekê ku du zarokên wê bûne qurbaniyên êrîşên Erdogan

Di topbarana artêşa dewleta Tirk a dagirker a li ser taxa Qidûrbeg a Qamişlo de ji malbatekê du zarok dibin qurbanî. Dayika herdu zarokan serpêhatiya xwe parve dike û dibêje "Kengî zarok bûne terorîst ta Erdogan wan bike hedef."

Di dîroka 10`ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bajarê Qamişlo topbaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Mihemed Yûsif jiyana xwe ji dest da û lingê xwişka wî qut bû. Her du bûn qurbana sûcên artêşa Tirk a dagirker.

Dayîka herdu zarokan, Narîman li nexweşxaneyê li ber serê keça xwe Sara rûniştiye û ji ajansa me re kêliyên bûyerê vegotin û got: "Beriya ku tax û mala me topbaran bibe, dagirkerî dest bi êrîşên xwe li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir û gefa topbarankirina herêmên Rojava dixwar. Li ser wê şêniyên hinek taxên nêzî sînor ji malên xwe derketin û berê xwe dan taxên dûrî sînor. Ji ber ku taxa me Qidûrbeg hinekî ji sînor nêz e û ji tirsa li ser jiyana zarokan me biryar da ku biçin malê birayê hevserê xwe li taxa Kornîş û me jê xwest ku were me bibe mala xwe."

Narîman dibêje dema wan hazirtiyên xwe yên çûyînê dikirin zarokên wê Mihemed û Sara derketin derve li benda apê xwe bûn û wiha domand: "Ji nişkê ve dengê teqînek mezin hat. Min hîs kir ku mal bi ser serê me de hilweşî. Ez bi lez û bi qîr çûm derve, min deng li zarokên xwe kir. Ber deriyê malê toz û dûman rabûbû. Me nikarî baş bidîta. Dema ji deriyê malê derketim min xwîn li erdê dît. Min li dor xwe nêrî ez matmayî mam, mîna ku birûskek li min da. Ez li ser xwîna zarokên xwe sekinîbûm. Ew dîmen ji hêşê min naçe. Zarokên min li ser erdê dirêjkirî bûn û xwîn ji wan diherikî. Min bi dengek bilind qirî pê hesiyam felc li min ket, êdî nizanim çi bikim?"

Narîman serpêhatiya xwe domand û rûndik ji çavên wê dibariyan "Min dît ku hevserê min ber ve dibezî û kurê min Mihemed rakir û kir hemêza xwe û qirî; xwedê alîkariya me bike. Di wê kêliyê de bavê min gihaşt me û keça min Sara rakir. Min bi çavên xwe dît çawa lingê Sara pê ve hêl dibe, bibû mîna komek goştê hûrkirî û xwîn jê diherike, hêz di çongên min de nema. Cîranan jî her du zarokên min rakirin nexweşxaneyê."

Narîman vegotina wê bûyerê wiha domand: "Cîranan min bi xwe re birin nexweşxanayê. Dengê giriyê hevserê min û keça min Sara mîna zingelekî li ber guhê min bû, min hîs dikir ku em di kabûsekî de ne. Piştî çend deqeyan gotin kurê min Mihemed ji ber ku parçeyên topan gihaştiye dilê wî jiyana xwe ji dest daye. Sara jî birin odeya emeliyetê. Piştî demekê derxistin lê lingê wê qut bû."

Kengî zarok û sivîl bûne terorîst ku Tirkiyê wan dike hedef?

Dayîka Narîman dibêje ji salan ve ew li taxê di nav ewlehî û aştiyê de ne "Îro Erdogan zarokên me dikuje û me bi terorîstan wesif dike. Kengî zarok û sivîl bûne terorîst heta ku Tirkiyê wan dikuje? Gelo kujerên zarokan terorîst in lê zarok terorîst in? Kesê ku bû sedema qetilkirina kurê min û astengkirina keça min ji bîr nakim?"

Gelo kesên ku banga parastina zarokan dikin li ku derê ne?

Dayîka Narîman peyamek ji civaka navdewletî û rêxistinên têkildarî zarokatiyê re rêkir û got: "Ez bang li tevahiya dewletên banga mafên mirovan dike û rêxistinên têkildarî mafên mirovan dikim ku hûn ji sûcên artêşa Tirk a  dagirker der heqê zarokên me de dike li ku derê ne. Ji bêdengiya xwe derkevin û kesên bûn sedema kuştina zarokan muhesebe bikin. Gelo kî dê buhayê astengdariya keça min bide. Keça min êdî piştî îro mîna zarokên din nikare bi hevalên xwe re bilîze."

(şx)

ANHA


Mijarên Din