Serpêhatiya dayika Semîra; dagirkeran 2 bira û xuşkek wê qetil kirin

Dayika Semîra Nasir yek kesên ku bûne qurbaniyên êrişên artêşa Tirk ên li dijî bajarê Serêkaniyê ye. Di êrişê de 2 bira û xuşkeke wê hatin qetilkirin. Semîra bang li NY`yê kir, ku yekser deswerdanê bikin, garantiya vegera li bajarê xwe yê dagirkirî bidin û dest bi lêpirsînê bikin.

Her malbatek ji malbatên ku neçar man ji Serêkaniyê derketine, xwedî çîrokeke bi êş in û di dawiyê de bûne qurbanên topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê. Hin ji wan da ku kufletên xwe ji mirinê xelas bikin zarokên xwe di bin kavilan de hiştin, hin jî malên ku bi ked û xwîdana salan ava kiribûn, bi temamî hate hilweşandin, hinekan parçeyên canê xwe wenda kirin, di gel ku hin di destên neyaran de man û di dawiyê yan dê were qetilkirin an jî dê heta mirinê êşkence bibe û beramberî serbestberdanê gefa fidiyan li malbatan tê xwarin.   

Çîroka dayika Semîra ji çîrokên din ên bi êş ne cudatir e. Semîra dema artêşa Tirk êriş kir tevî malbat û hevserê xwe, ji tirs û xofa li ser zarokên xwe ku temenê wan 13 derbas nekirine, kirîza dil derbas kir. Semîra wiha amaje bi çîroka xwe dike "Top li sivîlan dibarandin, ji bo  da ku em zarokên xwe xelas bikin, em reviyan."

Di êrişê de 3 kes ji malbata wê hatin qetilkirin

Semîra tevî malbata xwe ji bajarê Serêkaniyê derketin, lê belê bi sedan malbat tevî hevpeymana agirbestê nekarîn ji bajêr derbikevin û di encamê de Semîra 2 bira û xuşkek xwe wenda kir û di bin kavilan de man.

Semîra serpêhatiya wendabkirina birayên xwe wiha  raber dike: "Di kêliya  êrişa artêşa Tirk bi tank û topan  ez û malbata xwe me xwe xelas kir û ji bajarê Serêkaniyê derketin, lê belê bi sedan malbat li bajêr di bin topbaranê de man, ji wan 2 birayên û xuşkeke min bûn. Ji ber artêşa Tirk mala me topbaran kir birayên min şehîd bûn û heta niha cenazeyên wan di bin kavilan de ye."

 ‘Balafiran bêyî ferq û cudabûnê êriş dikir û em koçber kirin‘

Semîra di nava axaftina xwe de got, li Serêkaniyê balafiran sivîl topbaran dikirin û bi sedan qetil kirin û wiha pê de çû, "Balafirên Tirkiyê cudabûn nexist navbera Kurd, Ereb, Mislman an jî Suryan, êrişî kesî diki, aramanca vê yekê jî ew bû ku sivîlan bi darê zorê koçber bike."

 ‘Mala min wekî her malên din wêran kirin‘

Balafirên Tirkiyê mala Semîra wekî malên din ên ku xwedanên wan ji neçarî ji bajarê Serêkaniyê derketin, wêran kirin, kelûpelên malê talankirin. Semîra bendewara vegera li bajarê xwe Serêkaniyê ye û bi malbata xwe re careke din bijî.

Semîra wiha çîroka xwe bi dawî kir,"Xwedê ji Erdogan nerazî be.  Em dixwazin zulim li ser me rae. Em bang li civaka navdewletî dikin, ku me li bajarê me vegerîne û ji dagirkeran rizgar bike, di heman demê de daxwaza hesab sûcan ji Erdogan were xwestin, ez jî şahida sûcên Erdogan im, 3 birayên min bi balafiran qetil kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din