Serokwezîrê Yewnanistanê: Tirkiye mafên serweriya Qibrisê binpê dike

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis di hevdîtina li gel wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo de got Tirkiye mafên serweriya Qibrisê binpê dike.

Reutersê ragihand ku Kyriakos Mitsotakis ji Mike Pompeo re dema serdana Yewnanistanê kir, got liv û tevgera Tirkiyê mafên serweriya Qibrisê binpê dike. Pompeo serdana Ewropayê jî kir û herî dawî serdana Yewnanistanê kir.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis wiha got: “DYA li herêma rojhilatê Deryaya Spî xwedî berjewendiyên taybet e û daxwazên Qibrisê rewa ne ku ew jî pêkanîna mafên navdewletî ye.”

(eh)


Mijarên Din