AFP`ê diyar kir ku dê ji sibe ve Fransa pêşwaziya Serokkomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî bike û got serdan dê 3 rojan dewam bike.
Di serdema hikumeta sekuler a Serokkomarê Misirê de, têkiliya Misirê û Fransayê baş e, ji ber li Rojhilatê Deryaya Spî xwedî heman siyasetê ne, her du alî ji siyaseta Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û destwerdanên wî ji Lîbya û Sûriyê re bi fikar in.
Di demên derbasbûyî de asta nakokiyên di navbera Enqere û Parisê de bilind bû û Erdogan got ku divê Fransa di zûtirîn demê de ji Macronê xelas be.
Berpirsekî ji AFP`ê re got armanca pêşîn a Fransayê "Bi mezintirîn dewletên erebî re di aliyê hejmara niştecihan de, hevalbendiya xwe xurt bike.
(eh)