Serokkomarê Iraqê têkildarî êrîşên Tirk banga lidarxistin civîneke lezgîn li Camiya Erebiyê kir

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza civîna lezgîn li Camiya Erebiyê kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokkomariya Iraqê, Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, ji bo gotûbêjkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya telefonên peywendî bi hinek serokên dewletên Ereban re pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Berhem Salih bi rêya telefonê peywendî li gel Şahê Urdinê Ebdulezîzê Duyem, Serokê Misrê Ebdulfettah Sisî, Şêx Mihemed Bin Zayid ê Îmaratê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Sekreterê Giştî yê Camiya Ereb re, pêk aniye.

Her wiha hate ragihandin li ser mijarê bi serokê çend welatan din re jî axiviye.


Mijarên Din