Serokatiya Qibrisê: Tirkiyê yasayên navdewletî binpê dike

Îro serokatiya Qibrisê ragihand ku Tirkiyê keştiya ‘Yavuz’ şandiya herêmê, nexasim herêma Nicosia da ku li gazê bigere û ev yek binpêkirina mafên giravê ye.

Tirkiyê keştiya lêgerîna li petrol û gazê ya bi navê ‘Yavuz’ şand başûrê Qibrisê. Desthilata Qibrisê-Yewnanê mafê lêgerînê li petrol û gazê daye şîrketên Îtalya û Fransayê.

Bi daxuyaniyekê ku Reutersê ragihand, serokatiya Qibrisê Tirkiye tawanbar kir û banga vekişandina keştiyê kir. Her wiha daxuyaniyê diyar kir ku tevliheviya heyî, ji ber Yekitiya Ewropayê û civaka navdewletî bang li Tirkiyê dikir ku kiryarên derzagonî rawestîne, pêk hat.

Daxuyaniyê bang li Tirkiyê kir ku rêzê ji serweriya Komara Qibrisê re li herêmên deryayî bigire.

Ev jî nîşaneya reftareke din a dijminahiya Enqereyê ye, di encamê de ewlehiya rojhilatê Deryaya Spî dixe nava metirsiyê û li dijî yasayên navdewletî ye.

Îro jî keştiya Yavuz 51 mîl dûrî başûrê rojavayê Qibrisê rawestiyaye.

Tirkiye li deryaya rojhilatê girava Qibrisê û rojavayê wê digere û Nicosia û Yekitiya Ewropayê li dijî vê yekê derketin.

(eh)


Mijarên Din