Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê hikumeta Iraqê xaka Iraqê biparêze

Serokatiya Herêma Kurdistanê der barê êrişên rejîma Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da û daxwaz ji hikumeta Iraqê kir ku xak û serweriya welat biparêze.

Hemwextê bombebarana dewleta Tirk a du rojên borî ya li ser Çiyayê Asos û Şarbajêr, îro rejîma Îranê jî bi moşek û droneyên bombebarkirî êriş ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ne kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê der barê êrişan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de êriş hat şermezarkirin û hat gotin, Herêma Kurdistan rê nade ti gefek ewlehiyê ji nava sinorên wê li ser welatên cîran çêbe. Daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê dikin erkê xwe bicih bîne, xak û serweriya welat biparêze.


Mijarên Din