Serokê Tunisê yê berê Zên El-Abidîn wefat kir

Dazgehên çapemeniyê yên tunisî gotin, serokê berê yê Tunisê Zên El-Abdîn Bin Elî li Siûdiyê wefat kiriye.

Dazgeha Muzeyîk bi bîr xist ku Bin Elî piştî sê mehan ji ber nexweşiyê di nexweşxanyeke Siûdiyê de wefat kiriye.

Bin Elî piştî derbeyê li ser hikuma serokê Tunisê yê berê El-Hebîb Bûreqîbe sala 1987`an bû desthilatê Tunisê û di dirêjahiya 23 salan hikum kir.  piştî şoreşa gelêrî di 14`ê Çileya 2011`an de ji desthilatdariyê hate derxistin û çû Siûdiye.

(şx)


Mijarên Din