Serokê Tunisê rê li pêşiya hewldanên El-Nehda girt

Serokê Tunisê Qeys Seîd ragihand ku heger serokwezîrê niha Îlyas El-Fexfax istîfa nekir an jî tu lîsteyek tawanbariyê li dijî wî nehate pêşkêşkirin, ew tevahiya dan û standinên avakirina hikumeteke nû red dike. Seîd bi vê yekê rê li pêşiya hewldanên El-Nehda digire ku zextê li El-Fexfax û partiyên destekê didine mayîna wî dikin.

Qeys Seîd pêkhatina dan û standinan di navbera serokê dewletê û hejmareke serokên partiyan girêdayî avakirina hikumeteke nû, derewandin û got: “Madem serokê hikumetê xwedî hêz e, tu dan û standin bi tu kesî re pêk nayên. “

Seîd wiha berdewam kir: "Heger serokê hikumetê istîfa kir an jî lîsteya tawanbariyê li dijî wî hate pêşkêşkirin, wê demê serokkomar dikare dan û standinan pêk bîne.”


Mijarên Din