Serokê serketî  û serweriya têkçûyî

Tiştê ku ji beriya çend mehan ve li parêzgeha Siwêdayê rû dide, mînakek berbiçav a hegemoniya mîlîsên Esad li Sûriyê ye. Ji bilî dengê Rûsya yan Îranê tu deng bi ser dengê wan nakeve. Ew mîlîs ji aliyê Îranê û Rûsyayê ve hatin çêkirin da ku isyana şêniyên herêmê li dijî "serok" (mebest Esad de) têk bibin. Li beramberê vê xizmetê ji dagirkeran re, ew serbest hatin berdan da ku li dijî şêniyên herêmên ku di bin serweriya wan de ne, zordarî û tiştên dixwazin pêk bînin.

Ev mîlîs wekî dewletên di hundir dewletekê de bûne. Hemû bi navê serweriya niştîmanî diaxivin û xwe wekî hêza rizgariya welatê ji terorê dihesibînin. Lê di rastiyê de, ji bilî bidestxistina çekan girêdana tu mîlîsan ji wan bi hikumetê re tune ye. Heke ji aliyê Rûsya yan Îranê ve bên biçekkirin, gotina dawî dibe ya wan û fermanên xwe li ser serokê mîlîsan ferz dikin.

Li bajar û parêzgehên girêdayî "serokê serketî", mîlîs jiyana giştî bi rêve dibin û qanûnên xwe yên taybet pêk tînin. Her wiha bi behaneya ewlehiyê û tunekirina terorê, hemû şêweyên terorê li dijî şêniyan bi kar tînin. Bi demê re jî qanûnên daristanê li şûna destûrê digire û tenê dengê çekan bilind dibe. Sûc û binpêkirinên duh, îro bûne zimanê diyalogê û çavkaniya jiyanê.

Li herêmên serweriya "serok", revandin, tecawizkirin, dizî, qaçaxçîtî û kuştin êdî bûne rengên jiyana rojane. Heke kesek rastî zulmê bê, divê li ber xwedayê xwe bigere. Ji bilî wê yekê nikare tiştekî din bike. Êdî edalet li vê dine bûne hêviyên ku tenê bi du rêyan pêk tên, yan mafê xwe bi xwe bistîne yan jî piştgiriyê ji mîlîsekê bigire.

Serok bi ser ket û dewlet têk çû. Beşar Esad bi ser ket û serweriya Sûriyê li ser temamî axa welêt têk çû. Em dikarin rewşa Sûriyê piştî zêdetirî 9 salên şer wiha bi nav bikin. 5 dagirkerên ku erdên Sûriyê di nava xwe de parve dikin û bi dehan mîlîsên ku herêmên wan dagirkeran bi rêve dibin. Îro ew hemû alî ne ji êrişeke artêşa Sûriyê yan biryarên hikumetê ên bidawîkirina serweriya wan an acizbûna "serok" yên ku bi xwe bang li wan kir ku bên, ditirisin, lê belê ew ji bidawîbûna dema aloziyê ditirisin ku hişt bi jiyan û çarenûsa gelê Sûriyê bilîzin.

 

Ev salên dirêj bi dewleteke lawaz û serweriyeke têkçûyî bi dawî bûn. Ji her kesî zêdetir, Esad vê yekê dizane. Dizane ku vegerandina serweriya welêt, xewneke ku heta li ser hikumê be pêk nayê. Herêmên ku Rûsya û Îranê jê re vegerandine, ji bo artêşa wî û hêzên wî yên ewlekariyê bûn zeviyên mayînan. Ew heta ditirsin ku di nava kolanên wan herêman re derbas bibin û rastî revandin, kuştin an isyaneke bi rengê şerê kolanan bên. Herêmên ku bi awayekî eşkere li dijî Esad derneketin jî, Esad li wir bi awayekî veşartî ji beriya çend salan ve têk çûye.

Beşar Esad bawer dike ku serweriya  têkçûyî bi vegerandina hemû erdên Sûriyê re, vedigere. Ev yek ji ber gelek sedeman pêk nayê. Ya sereke ewe ku êdî Esad nûner e, anku ji bo erêkirina biryarên ku Rûsya û Îran di rêveberiya kar û barên Sûriyê yên hundirîn û derve de digirin, ji aliyê wan ve hatiye  erkdarkirin. Piştî ku wan biryaran li Moskovê û Tehranê radighîne, derdikeve û wan biryaran pîroz dike.

Ji bilî koşkên ku Esad bi parastina Rûsya û Îranê tê de dijî, îro tu tiştê wî di Sûriyê de nemaye. Tenê hinek kes dizanin çi di hundirê wan koşkan de pêk tê, lê belê êdî mirov dikare ji dûrbûna milyonan kîlometran, bêhna serweriya têkçûyî ku difûre bêhn bike. Dibe ku payîza patriyark(serok) hatiye ya ku gelê Sûriyê ji beriya bi dehan salan ve li bendê maye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din