​​​​​​​Serokê Qibrisê polîtîkayên Erdogan ên li dijî Kurdan ên li Sûriye û Iraqê şermezar kirin

Serokê Qibrisê siyasetên dijminane yên Erdogan ên li dijî Kurdan ên li Sûriye û Iraqê şermezar kirin û di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya NY`yê de got “Erdogan behsa başkirina têkiliyan dike, gelo kîjan dewletê destwerdana Sûriyê kir, serdestiya Iraqê binpê kir û mudaxeleyî kar û barên Lîbyayê kir?”

Li gorî raporeyeke Al-Monitorê serokê Qibrisê Nicos Anastasiades di civîna Neteweyên Yekbûyî de ku roja înê li dar ket, siyasetên serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Qibrisê û her wiha yên li Sûriye û Iraqê jî rexne kirin.

Serokê Qibrisê nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên der barê daxwaza Tirkiyê ya avakirina têkiliyên baş li gel dewletên cîranê de da û bal kişand ser dagirkirina Tirkiyê ji gelek herêmên bakurê Sûriyê, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û dan û standina bi Lîbyayê re piştî şerê navxweyî û got: “Dewleta Tirk ji dewletên cîran re nabe dost.”

Anastasiades wiha domand: “Erdogan behsa pêwîstiya parastina têkiliyên baş bi cîranan re dike. Gelo kîjan dewletê destwerdana Sûriyê kir, serdestiya Iraqê binpê kir û mudaxeleyî kar û barên Lîbyayê kir?”

Anastasiades dewleta Tirk bi guhertina demografiya giravê tawanbar kir, ji ber ku Tirkên ji Tirkiyê hatine li Qibrisê bi cih kirin û derdora 40 hezar leşkerên Tirk li giravê ne.

Qibris û Yewnanistan jî li dijî planên lêgerîna gazê yên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryayê Spî ne.  

(şx)


Mijarên Din