Serokê Partiya Destûrî ya Tunisê: Divê hikumeteke bêyî Nehdayê bê avakirin

Seroka Partiya Destûrî ya Azad a Tûnisê Ebîr Mûsa bang li serokwezîr Hîşam El-Meşîşî kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkdarkirin da ku hikûmeteke ku tevgera Nehda tê de tune be, ava bike.

Ebîr Mûsa bang li Hîşam El-Meşîşî kir ku li gorî asta pêvajoyê be, hikûmeke ku Îxwan Muslimîn tê de tune be, ava bike û bi vê yekê îşaret bi tevgera Nehdayê kir.

Tê zanîn ku serokê Tunisê Qeyis Seîd roja şemiyê wezîrê karên hundirîn Hîşam El-Meşîşî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kiribû.

Ebîr Mûsa kêfxweşiya xwe bi erkdarkirina El-Meşîşî ji bo avakirina hikûmeta nû diyar kir.

Ebîr Mûsa di axaftineke xwe de wiha got: "Ji ber partiya xwe ez peyama vekirî ji we re dişînim. Em bang li we dikin ku Ii gorî asta pêvajoyê be û hikûmetek ku Îxwan Muslimîn tê de tune be, ava bike."

(bx)


Mijarên Din