Serokê Parlemantoya Erebî piştgirî da "Wesîqeya Qahîra"

Serokê Parlemantoya Erebî Mişel Bin Fehm El-Sulemî piştgiriya xwe bi "Wesîqeya Qahîra" anî ziman, ya ku serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê û parastina yekitiyê wê ragihand.

Serokê Parlemantoya Erebî Mişel Bin Fehm El-Sulemî got, ev wesîq nexşerêya çareseriya siyasî ji bo li Lîbyayê û bidawîkriina şerê navxweyî yê di navbera gelê Lîbyayê de, her wiha derxistina çete û çekdarên biyanî ji tevahî xaka Lîbyayê armanc dike.

Mişel Bin Fehm El-Sulemî bang li hemû aliyên Lîbyayê kir ku ji bo rawestandina herkîna xwînê û parastina serdestî û yekitiya xaka Lîbyayê bersiva vê însyatîfê bidin û berjewendiyên Lîbyayê di ser her tiştî re bigirin.

Serokê Parlemantoya Erebî Mişel Bin Fehm El-Sulemî her wiha spasiya Misirê kir ji ber hewldanên wê yên bidawîkirina şerê çekdar li Lîbyayê û parastina xaka wî dûrî mudaxeleyên derve.


Mijarên Din