Serokê parlamentoya Lîbyayê li Moskovê bi Lavrov re hevdîtin kir

Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih li Moskovê hevdîtin bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re pêk anî û li ser rawestandina şer, pêkanîna encamên Konferansa Berlînê û ragihandina Qahîreyê axivîn.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov got ragihandina Qahîreyê û encamên Konferansa Berlînê pêkan e ku bibin hîmê diyaloga li Lîbyayê, her wiha diyar kir ku Rûsya ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê xebatan pêk tîne.

Eqîle Salih dan û standin bi seroka Meclisa Federal a Rûsyayê Valentîna Matvienko re jî pêk anî, tê de li ser rewşa li Lîbyayê, pêwîstiya rawestandina şer û destpêkirina diyaloga siyasî nîqaş kirin. Matvienko piştrast kir ku Eqîle Salih roleke girîng dilîze, her wiha di çarçoveya qanûnî û aktîf a agirbesta li Lîbyayê û çareserkirina aloziyê de dixebite.

Tora El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Lîbyayê, diyar kir ku dê li ser pêwîstiya rakirina qedexeya wergirtina çekan ji artêşa Lîbyayê re nîqaş bikin, ji ber ku qedexe tenê li ser aliyekî li Lîbyayê pêk tê, di heman demê de jî aliyê dîtir tevahî pêdiviyên çek û cebilxaneyê werdigire.

Girêdayî heman mijarê, serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih li gel çarpemeniyê li Moskovê daxuyand ku hikumeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayiz El-Sîrac tu bawerî ji parlamentoyê negirt, lê belê du caran hat redkirin û sonda destûrê jî nedaye. Salih wiha domand: “Di encama Peymana Sixêrat a 2015’an de meclisa hikumeta Wîfaqê derket ku tu sozên xwe pêk neanîn.”

Serokê parlamantoya Lîbyayê destnîşan kir ku bi awayekî otomatîk ev dem salekê zêde dibe û di dawiyê de dema wîlayetê ji beriya demeke dirêj ve bi dawî bûye. Salih dubare piştrast kir ku hevpeymana siyasî di ragihandina destûrî de nehate diyarkirin û di dawiyê de tu nirxê qanûnî jê re tune ye.

Serokê parlamantoya Lîbyayê parve kir ku civaka navneteweyî ji ber rewabûnê û îtîraf bi hebûneke ku nehatiye hilbijartin (hikumeta Wîfaq) kiriye, li Lîbyayê şer hate  ferzkirin.

Beriya niha Moskovê soz dabû fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ku Meclisa Ewlehiyê vexwîne ku careke din biryara qedexeya şandina çekan û cezayên hatine ferzkirin di ber çavan re derbas bike.

Moskovê piştgiriya însiyatîfa Eqîlê Salih a agirbestê ragihandibû, her wiha destpêkirina diyalogên neteweyî ku di meha Nîsana derbasbûyî de ragihandibû, ev jî wekî bingeheke baş ji bo tevahiya hêzên siyasî û civakî beşdarî çareseriya aloziyê bibin, dinirxîne.

(fr-eh)


Mijarên Din