Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê: Em qebûl nakin çete li cihek din werin darizandin

Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê û yek ji rûspiyên eşîra Cibûr, Silêman Derwîş diyar kir ku ew qebûl nakin ku dadgeha navdewletî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin.

Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê ya kantona Hesekê û yek ji rûspiyên eşîra Cibûr, Silêman Derwîş têkildarî avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û lêkirina dîwarê parçekirinê  yê ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê lêdike, axivî.

Silêman Derwîş got: “Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, avakirina dadgehek navdewletî ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê qebûlkirin. Em qebûl nakin ku DAIŞ‘ê li deverek din were darizandin. Me ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi hezaran şehîd dane û bi 10 hezaran welatiyên me jî birîndar bûne. Di destê gelê Bakurê Sûriyê de delîlên sûcên DAIŞ‘ê hene, têrê dike ku werin darizandin. Gelê Bakurê Sûriyê şahidê komkujî, wêrankirina binesaziya herêmê ye.”

‘Armanc parçekirine’

Derwîş derbarê dîwarê parçekirinê yê ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê lêdike, wiha got: “Armanca dagirkeriya Tirk parçekirina Sûriyê ye. Hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike û wekî Lîwa Iskenderon tevlî axa xwe bike.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din