Serokê Konseya Ewropayê: Divê Erdogan bi dosyaya penaberan gefan nexwe

Îro serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk ragihand ku daxuyaniyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî penaberan gef e û ne di cihê xwe de ye. Her wiha banga rawestandina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. 

Roja pêncşemê Erdogan gotibû heke dewletên Ewropayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek dagirkerî bi nav bikin, ew ê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin, bişînin Ewropayê.

Erdogan îdia kir ku hejmara penaberên li Tirkiyê gihaştiye 3.6 milyon penaberî lê daneyên saziyên serbixwe vê hejmarê piştrast nakin û diyar dikin ku hejmar kêmtir e.

Reutersê ragihand ku Tusk wiha parve kiriye: "Destwerdanên leşkerî, ji berdêla aramiyê bi xwe re bîne, dê rewşê kambaxtir bike. Her wiha azara sivîlan zêdetir bike, pêla koçberiyê zêdetir bike û gefan li geşedanên ku koalîsyona navdewletî li dijî DAIŞ`ê bi dest xistibûn, bixwe."

Donald Tusk dema serdana Komara Qibrisê kiribû, têkildarî êrîşên dewleta Tirk wiha gotibû: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekalî ne û nerehetiyeke mezin e. Divê werin rawestandin."

Di heman demê de diyar kir ku muhteml e bobelateke mirovî pêk were û gotibû "Divê Tirkiye nerehetiya me baş fêm bike, ji ber ku dê bibe sedema bobelateke mirovî."

Her wiha Tusk gotibû ew qet rê nadin ku Erdogan dosyaya penaberan wekî çekekê bi kar bîne û pê gefan bixwe.

(eh)

 


Mijarên Din