Serokê Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê ji hewldana qetilkirinê rizgar bû

Îro mayînek bi erebeya Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Dêrazorê  li ser rêya Ebû Xeşeb ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê teqiya.

Îro piştî danê nîvroj hin kesên nenas hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Abdullezîz li ser rêya Ebû Xeşeb hedef girt.

Li gorî agahiyên dawî, Mihemed Abdullezîz  ji hewldana hedefgirtinê rizgar bû û tenê birîndar bû.

Tîmên pispor ên rakirina mayînan berê xwe da herêmê û dest bi lêkolînê kirin.

ANHA


Mijarên Din