Serokê Ermenistanê hişyarî da ku ‘Qefkasya dê bibe Sûriyeyeke nû’

Serokê Ermenistanê Armen Sarkisyan bang li civaka navneteweyî kir ku heke niha mudaxele çênebe, dê Qefkasya bibe pirsgirêkeke mezin û dê bibe Sûriyeyeke din û piştrast kir ku dewleta Tirk li her derê pirsgirêkan derdixe.

Armen Sarkisyan ji tora CNBS a Amerîkayê got: “Li Qerebaxê derdora 100 hezar kes dimîne. Di şerê dawîn de me bi sedan kuştî dîtin. Lewra divê civaka navdewletî tê bigihêje heke niha mudaxele nekir, wê Qefkasya bibe pirsgirêkeke mezin ji bo wan.”

Sarkisyan got: “Divê her kes bizane ku mijar ne enerjî ye. Lê belê ji vê girêktir e. Berjewendiyên neteweyî, bazirganî û gelek dozên din hene.”

Armen Sarkisyan di axaftina xwe de hişyarî ji metirsiyên veguherîna şerê herêmê ji Sûriyeyeke din re da û da zanîn ew hêvî dike ev yek pêk neyê, ji ber ku dê ji cîhanê re bibe trajediyeke mezin.

Serokê Ermenistanê Armen Sarkisyan diyar kir ku hikumeta Tirk a niha bi derdora xwe re nakok e, li Deryayê Spî, Yewnanistan, Lîbya û Iraqê. Niha jî pirsgirêkan li hemû deveran derdixe.

 (şx)


Mijarên Din