Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hate redkirin

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din careke din red kir. Li Îmraliyê tecrîda girankirî didome.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ku bi rêya parêzeran kiribûn, red kir. Serdozgeriyê serlêdana malbata girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li gel Ocalan, red kir.

Malbatan herî dawî di 12’ê Tebaxa 2019’an de li gel Ocalan û girtiyên din hevdîtin pêk anîn. Serdozgerî ji 12’ê Tebaxê ve hemû serlêdanên malbatan red dike.


Mijarên Din