Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hate redkirin

Serlêdana hevdîtinê ya malbatê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate redkirin.

Serlêdana birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç a bi rêya parêzeran ji bo Îmraliyê kiribû, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Serlêdana girtiyên din ên li Îmraliyê jî ya xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn a bi rêya parêzeran jî kiribû hate redkirin.

Redkirina hevdîtinan bi hincetên berê dîsa hatin redkirin.


Mijarên Din