Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da, lê serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo bi Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin, hevdîtinê bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da. Lê serdozgeriyê dîsa daxwaza hevditinê red kir.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgerê komarê yê Bursayê daxwaza malbatan jî bi lez û berz red kir.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê, herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12'ê Tebaxê de çûbûn hevdîtinê.


Mijarên Din