Serlêdana malbatan a çûyîna Îmraliyê hate redkirin

Serlêdana malbata rêber Abdullah Ocalan û yên girtiyên din ên li Îmraliyê careke din hate redkirin.

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û parêzerê wî Mazlûm Dînç duh ji bo biçin Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk dabû, lê serlêdana hevdîtinê dîsa hate redkirin.

Xizmên girtiyên din yên li Îmraliyê, xwîşka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn ji bo ku bi wan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzerên wan serî li dozgeriyê dabûn lê bersiva red dan serlêdanê.


Mijarên Din