​​​​​​​Serkeftina Rêveberiya Xweser a li hember êrişên bi Koronavîrusê

Bi belavbûna Koronavîruê re, gelek aliyên dijberî Rêveberiya Xweser hewl dan eniyan vekin û vîrusê li herêmên wê belav bikin. Li aliyek din WHO rêxstina tenduristî ya cîhanî, pêşkêşkirina alîkariyên tenduristî paşguh kirin. Gelo çawa tedbîrên mezin ên ku Rêveberiya Xweser li herêmên xwe girtine, rolek di rêgirtina belavbûna vîrusê de lîstin?

Di 10`ê Çileyê de piştî ku Rûsya mafê Veto li dijî wekîlgirtina NY`î bi desteka Çînê bi kar anî. Di encamê de deriyê sînor El-Yarûbiye ji lîsteya deriyên sînor ên li Sûriyê  dê vekirî bimînin hate rakirin. Ev jî rê li pêşiya gihaştina alîkariyên NY`î ji herêmê re girt. Girtina deriyê sînor bi awayekî neyînî bandor li kedên Rêveberiya Xweser li gel derfetên hindik li dijî Koronavîrusê kir.

BIRYAR Û TEDBÎRÊN HIŞYARIYÊ YÊN KU RÊVEBERIYA XWESER GIRTINE

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşketina hinek şêniyan bi vîrusê ragihand û banga vekirina deriyê sînor Yarûbiye kir da ku alîkariyên tenduristiyê bi lez bigihêjin herêmê. Piştî wê gelek rêxistinên cîhanî û hiqûqî banga vekirina deriyê kirin da ku alîkariyên tenduristî bigihêjin herêmê. Lê ev bangawazî bê fêde bû. Bi taybet piştî ku binesaziya tendursitî ya herêmê di dema kontrolkirina çeteyan de bi awayekî mezin wêran bûbû û tevahiya navendên tenduristiyê wêran kiribûn û talan kiribûn.

Di vê çarçoveyê de û ji bo ku gelê herêmê ji vîrusê biparêze, Rêveberiya Xweser bi lez tevgeriya û dest bi girtina rêze tedbîran ji bo rêgirtina li pêşiya derketina vîrusê kir. Bi taybet ji ber ku li herêmê pêdiviyên tenduristiyê kêm in.

Wek tedbîr, di 27`ê Sibatê de deriyê sînor Sêmalka di navbera herêmê û başûrê Kurdistanê de hate girtin. Piştî ku Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê derketina vîrusê li Sûriyê û nexweşketina kesekî bi vîrusê li Şamê ragihand, rêveberiyê tevhiya deriyên bi herêmên di bin kontrola rêveberiya hikumeta Sûriyê de girtin. Li rex wê jî rêveberiyê çavdêriya xwe li herêmên ku artêşa Tirk a dagirker dagir kirine  û yên ku hewl dide bi rêya wê vîruês derbasî herêmê bike, zêde kir.

Tevî wê jî rêveberiyê dewama dibistan û zanîngehan taloq kir. Cihên olî mizgeft û dêr girtin. kombûnên mezin û şahî qedexe kirin. Şaredariyên gel jî dest bi hemleyên dezenfektekirinê ji kolan û saziyan re kirin û karantîna amade kirin. Ev tedbîr bû kefîl ku vîrusê heta niha li herêmê dernekeve.

QONAXÊN FERZKIRINA QEDEXEYA DERKETINA DERVE

Rêveberiya Xweser li ser sê qonaxan qedexeya derketina derve ferz kir. Qonaxa yekemîn  di 23`yê Adarê de bû û heta 15 rojan dom kir. Piştre rêveberiya dema qedexeyê di 7`ê Nîsanê de heya 21`ê Nîsanê dirêj kir. Bi hatina mewsima çinînê re gelek hêsan ji xwediyên patozan re pêşkêş kirin. Paşê rêveberiya dema qedexeyê ji 22`yê Nîsanê heya 1`ê Gulanê dirêj kir, li rex wê hêsanên nû pêşkêş kirin û dikanên pereguher(hewala) hatin vekirin. Di 2`yê Gulanê de qedexeya derketina derve heta 11`ê Gulanê hate dirêjkirin. Rêveberiyê rê da ku sûk û tevahiya pîşesaz bêne vekirin lê piştî girtina tedbîrên xweparastinê û bikaranîna lepik û maskan. Lê cihên kombûnên giştî ji van hêsanan hatin istisnakirin. Ji bo cejna Remezanê rêveberiyê dema qedexeya ji 12`ê Gulanê heta cejna Remezanê dirêj kir.

TEDBÎRÊN RÊVEBERIYÊ LI DERIYÊN SÎNOR Û VEDÎTINA KÎT

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Menal Mihemed got: “Piştî derketina pandemiyê li başûrê Kurdistanê, Tirkiyê û Lubnanê deriyên sînor hatin girtin. her wiha goristanekê li nêzî deriyê ji bo defnkirina şêniyên herêmê yên ku li derveyî herêmê wefat kirine, hate diyarkirin. Kesên bi rêya wan deriyan diketin herêmê jî dihatin kontrolkirin û 14 rojan di nav karantînayan de diman.

Ji nav tedbîrên ku Desteya Tenduristiyê girtine jî, desteyê navendên teşxîskirina Korona vekirin. Her wiha bi hevkariya Paymengah Siwêdî amûra Kît vedîtin. Ev amûr di 15 çirkeyan de vîrusê teşxîs dike. Menal Mihemed di vî warî de diyar kir ku wan pêdiviyên tenduristiyê ji cilênxweparastinê, lepik û mask ji herêmê re peyda kirin û got: “Heta niha tu kes bi vîrusê nektiye. Tedbîrên hatine girtin encamên erênî nîşan dan û û rolek di rêgirtina li pêşiya derketina vîrusê li herêmê girtin.”

DU KES BI VÎRUSÊ KETIN Û RÊXISTINA TENDURISTIYÊ NEXWEŞKETINA KESA SÊYEM DINUXMÎNE

Di 29`ê Nîsanê de Desteya Tendursitiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku kesek û hevsera wî ji şêniyên bajarê Hesekê bi vîrusê ketine. Ji ber wê herdu ji hêla tîmên tenduristiyê ve hatin kontrolkirin. Di encamê de hevser di nexweşxaneya Watanî ya Qamişlo de kete karantînayê û zilam jî di mal de kete karantînayê.

Menal Mihemed deswtnîşan kir ku ew kesên virus vegirtine, bi zorî ketin herêmên me û got: "Şêniyek di 22`yê Adarê de bi vîrusê ket. Piştre di 2`yê Nîsanê de ew şênî di nexweşaneya Watanî de ya di bin kontrola rejîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest da. Lê WHO ew bûyer veşart û heta 16`ê Nîsanê em nehatin agahdarkirin."

Mihemed îşaret pê kir ku kesên bi wî re dane û standine kontrol kirine û diyar bû ku du kes ji wan ji taxa El-Amran a bajarê Hesekê bi vîrusê ketibûn û got: "Me tedbîrên xwe du qat kirin û tax giş kir karantînayê. Heta ku her du nexweş baş bûn."

Rêveberiya Xweser bi van tedbîran, pêkanîna şêniyan wan perspektîvan û baldariya kadroya tenduristiyê ya ku bi şev û roj dixebitî rê li pêşiya derketina Koronavîrusê li herêmê girt.

ALIYÊN DIJBER HEWL DIDIN VÎRUSÊ LI HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BELAV BIKIN

Bi derketina vîrusê re gelek aliyên dijber hewl dan eniyan li dijî herêmê vebikin da ku vîrusê belav bikin. Tirkiyê bi rêya şandine kesên nexweş ji herêmê re yan jî qutkirina avê li ser katona Hesekê hewl da nexweşiyê derbasî herêmê bike. Rêveberiya hikumeta Sûriyê jî tedbîrên ne berpirs girtin, rêwîtiyên hawayî ji herêmên nexweş ber bi bajarê Qamişlo ve ranewestandin. Bi Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser re nebû hevkar, rêwiyên ji Şamê dihatin hewl da birevîne da ku di nuqteyên tenduristiyê re derbas nebin û neyên kontrolkirin.

Li ser vê yekê Dr. Menal Mihemed got: "Rejîma Sûriyê ya ku rêwîtiyên balafiran ranawestîne dibe sedema karesetekê. Astengiya herî mezin a li pêşiya me balafirgeh e. Rejîmê gelek kes bêyî ku testa Koronayê ji wan re were çêkirin revandin. Wekî Desteya Tenduristiyê em berpirsyartiya belavbûna vîrusê li herêmên me digirin ser rejîmê."

Dr. Menal Mihemed destnîşan kir ku xeteriya Koronavîrusê hîna heye, tedbîrên li hemberî wê dê dewam bike, her wiha kesên ku têne herêmê dê test ji wan re were çêkirin û werin karantînekirin. Dr. Menal Mihemed her wiha bi bîr xist ku derdora hezar kes hatin karantînekirin û got: "Heta derman û aşle neyên peydakirin dê vîrus tune nebe. Wê xeteriya wê li ser tevahî mirovahiyê hebe. Lewra divê em hertim tedbîr bigirin û baldar bin."

WHO JÎ XEMSAR E

Bi belavbûna Koronavîrusê re hewcedariya herêmê bi alîkariya tibî zêde dibe. Lê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) a ku destek da hikûmeta Sûriyê û komên çete yên li Idlibê, ti alîkarî pêşkêşî herêmên Rêveberiya Xweser nekiriye û sozên xwe yên destekdayîna tenduristî ya bi 5 milyon kes li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih neanî.

Mihemed diyar kir ku komên çete, dewleta Tirk û hikûmeta Sûriyê dorpêçeke giran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kirine. Car caran jî aliyê Başûrê Kurdistanê ve dorpêç tê ferzkirin. Mihemed anî ziman ku dergehê tenake yên ku alîkariyên mirovî tê re derbasê herêmên rêveberiyê dibin, dergehê Til Koçer e ku ew jî bi biryareke siyasî hate girtin.

HIKÛMETA HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ AMÛRA PCR PÊŞKÊŞ KIR

Menal Mihemd der barê alîkariyên ku ji rêveberiyê re hatine şandin de diyar kir ku hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê amûra PCR a keşifkirina Koronavîrusê pêşkêş kir û got: "Gelek aliyên din soza pêşkêşkirina alîkariyê dan mîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Koalîsyona Navnetewî ya Li Dijî DAIŞ‘ê, lê sozên xwe bi cih neanîn. Alîkariyên ku şandine jî gelekî besît in, ne li gorî sozên ku bi me re dabûn."

HERDU KESÊN BI ŞEWBÊ KETIBÛN BAŞ BÛN, NIHA TU KES PÊ NEKETIYE

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Menal Mihemed piştrast kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê du kes bi Koronayê ketibûn, baş bûn, niha ti kes bi şewba koronayê neketiye.

Ji vê yekê diyar dibe ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî derfetên kêm plan û tedbîrên wê biser ketin û hewldanên derbaskirina şewbê li herêmê rêveberiyê bi hevkariya şêniyan a bi rêveberiyê û hêzên ewlekariyê re vala hatin derxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Têkiliyên di navbera