​​​​​​​‘Serkeftin di yekîtiyê de ye‘

Siyasetmedar Mihemed Xelîl got: "Derfeteke zêrîn derketiye pêşiya Kurdan. Ji bo ku Kurd bigihin armancên xwe û li dijî siyasetên dijmin bisekinin, divê yekîtiya xwe ava bikin. Her gefek li dijî parçeyeke Kurdistanê li dijî tevahî gelê Kurd e."

Li gel hewldanên avakirina yekîtiya Kurd û pêkanîna lihevkirinan di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojava de aloziya di navbera hêzên Kurd a li Zînî Wertê ya başûêr Kurdistanê, didome. Li ser vê mijarê siyasetmedarê Kurd Mihemed Xelîl ji ANHA‘yê re axivî.

‘SIYASETÊN DIJMIN LI DIJÎ TEVAHÎ GELÊ KURD E‘

Mihemed Xelîl anî ziman ku yekîtiya netewî, daxwaza herî girîng e ku pêwîst e di vê pêvajoyê de li serseranî Kurdistanê were pêkanîn û wiha domand: "Çarenûsa gelê Kurd yek e, ji ber ku dijmin siyaseta xwe ya dijber li dijî gelempertiya gel, bêyî cûdabûn dimeşîne. Rewşa ku gelê me tê re derbas dibe dîrokî ye. Heger em baş bi kar neyînin em doza xwe winda bikin û careke din ji hevsengiya siyasî derkevin û dê dîsa sînaryoya Sykes Picot û Peymana Lozanê dûbare bibin û hêviyên gelê Kurd dîsa winda bibe."

‘GEFEK LI SER PARÇEYEKÎ KURDISTANÊ, LI SER TEVAHÎ KURD Û KURDISTANÊ YE‘

Xelîl di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî ya Kurdî û got: "Bi yekîtiyê em hemû planên dijber têk bibin. Heta gef û êrişî li beşên din ên Kurdistanê hebe wê ti aliyek Kurdî an parçeyek ji Kurdistanê bi azadî û rûmet nejî."

Xelîl her wiha îşaret bi serkeftina tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: "Ez dixwazim îşaret bi tecrubeya serkeftinî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya piştî sala 2011‘an bikim. Ev tecrube bingehên saziyên demokratîk û projeya netewa demokratîk danî. Li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan a ku xwe dispêre ramanê Rêber Abdullah Ocalan. Tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji bo razîkirina desthilata dewleta şovînîst dixebite, îradeya gel esas digire. Ji ber vê yekê divê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê vê tecrubeyê ji xwe re bikin mînak, nêrîna xwe bikin û destkeftiyan qezenc bikin."

Minehemd Xelîl axaftina xwe wiha domand:  "Heger dewleta Tirk hebûna PYD û YPG‘ê ji bo dagikirina Efrînê dike hincet em dikarin bipirsin, gelo darên ji kokê ve hatin rakirin û şewitandin, deverên dîrokî û gorên şehîdan ên ji aliyê balafirên Tirk ve hatin bombekirin girêdayî PYD an YPG‘ê an tevahî gelê Kurd in?"

‘DIVÊ EM DERSÊ JI DÎROKA XWE BIGIRIN‘

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Xelîl bal kişand  ku gelê Kurd û hêzên xwe yên siyasî ji tecrûbeyên berê sûd bigirin û derasê ji dîroka xwe bigirin û yekîtiya xwe ava bikin. Xelîl got: "Dema  yekîtî ava bibe serkeftin tê bidestxistin. Ji împratoriya Mîdî heta dewleta Zindî ya bi serkêşiya Kerîm Xan Zind ê ku eşîr û qebîleyên Kurd kirin yek da ku serokatiya welatê Faris bike û destek da birayên xwe yê erebî di rizgarkirina Bexdayê û hêza Osmanî şikand û qebûl nekir bi wê re mûzakereyan bike. Lê îxaneta Kurdî sedema sereke ya vemirandina vê şoreşê bû.

Bi vê yekê em dikarin bêjin ku  serkeftin di yekîtiyê de ye. Ji hemû eşîr, qebîle, partî û tebeqeya civakî tê xwestin ku yeîtiya xwe ava bikin û ji berjewendiyên tevahî beşê civaka Kurdî û pêkanîna armancê wê bixebitin."

‘DIVÊ BERJEWENDIYÊ GEL DI SER BERJEWENDIYÊN PARTIYETÎ RE BE‘

Mihemed Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê berjewendiyê gelê Kurd di ser berjewendiyên partiyetî û eşîrtî yên teng were girtin û got: "Heger di dema guncaw de yekîtiyê ava nekin em dikarin bêjin ku dê komkujî li pey me bin. Heger me yekîtiya xwe ava nekin divê em Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mînaka pêşeroja xwe bînin ber çavê xwe, ku dê guhertina demografîk, kuştin, revandin û îmhakirina nasnameyê li benda me be."

ANHA


Mijarên Din