​​​​​​​‘Serhildana jinên ciwan tolhildan e’

Li ser bangewaziya Yekitiya Jinên Ciwan û ji bo şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker û pêwîstiya serhildan û berxwedanê li hemberî êrişên wê, bi sedan şêniyên herêma Cizîrê bi dirûşma “Ji dagirkeriyê re na û şermî ji kujerên her sê têkoşerên jin ên Kurd re li Kobanê” daketin qadan.

Bi sedan şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê li Çerxerêya Şehîdên Entersyonalîst ya li rojhilatê Qamişloyê kom bûn û tev li meşa ku Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Ji dagirkeriyê re na û şermî ji kujerên her sê têkoşerên jin ên Kurd re li Kobanê” orgenîze kiriye, bûn.

Çalakvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên `Serhildana jinên ciwan tolhildan e` rakirin û sloganên silavkirina berxwedanê berz kirin.

Jin li kolana giştî ya bajarê Qamişloyê meşiyan û meş li ber sûka navendî ya bajêr li cem Çerxerêya Sonî rawestî û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtinê endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Ruzgar Ronî axivî û got: “Jinên ciwan şopdarên xeta têkoşîn û berxwedanê bin, ên ku pê dest bi şoreşa xwe kirine.”

Ruzgar wiha domand: “Artêşa Tirk a dagirker komkujiyan li dijî gelê me pêk tîne û jinan dike hedef. Di hewldanekê de ji bo ku gelan qir bike.”

 Rûzgar banga berxwedanê û mezinkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadî û serkeftinê kir. Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

Balafireke artêşa Tirk a dagirker di êvara 23`yê Hezîranê de êrişî gundê Helincê li başûrê Kobanê kir û komkujî pêk anîbû. Di encamê de sê jin; Zehra Berkel endama Koordînasyona Kongreya Star, Hebûn Mele Xelîl endama Koordînasyona Kongeya Star û Emîne Mihemed Weysî xwediya malê, şehîd bûbûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din