Sererastkirina Nexweşxaneya Wetenî berdewam e

Komîteya Tenduristiyê a Meclisa Reqayê  qonaxa  yekemîn a jinûveavakirina Nexweşaneya Wetenî ya bajêr bi dawî kir. Her wiha ji bo temamkirina kêmasiyên nexweşxaneyê hê kar berdewam e.  

 EMAR EL-XELE / EL-REQA

Komîteya Tenduristiyê karên xizmetguzariyê  ji bo sererastkirina Nexweşxaneya Wetenî berdewam dike,  piştî herêm bi saya QSD’ê di sala 2017’an de hate rizgarkirin û Meclisa Sivîl a Reqayê hate damezirandin, gelek komîteyên xizmetê  û tenduristiyê jî hatin avakirin. Ji bo bilindikrina  asta xedemî û tenduristiyê bi hemû war û beşên tenduristiyê di piraniya herêma Reqayê de kar kirin.

Bi hevkariya rêxistinên navneteweyî û Komîteya Tenduristiyê, amadekariya jinûve avakirina Nexweşxaneya Wetenî ji bo bilindkirina asta tenduristiyê û bijîşkî kar kirin.

Nexweşxaneya Wetanî yek ji nexweşxaneyên herî girîng di herêma Reqayê de ye ku xizmeta tenduristî û bijîşkî ji herêma Reqayê û gundewarên wê re pêş kêş dike.

Ajansa me  ANHA’yê kar û barên ku di hundirê Nexweşxaneya Wetanî de ji aliyê Komîteya Tenduristyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve dimeşîne, şopandin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Îsmaîl wiha got: “Piştî derbasbûna salekê ji rizgarkirina herêma Reqayê, rewşa tenduristiyê di herêmê de bi pêş ket. Berovajî  sala borî  herêm di rewşeke xirab û wêrankirî de bû heta ku dest bi sererastkirina  Nexweşxaneya Wetenî bû ya wekî damarê bingehîn ji bo herêma Reqayê tê dîtin. Nexweşxane dê di meha Sibatê de bi beşên xwe yên hestiyan, sinîr, odeya rewşa awarte û beşa emeliyatkirina çavan, were vekirin.”

Her wiha Komîteya Tenduristiyê amadehiya vekirina beşa tedawiya fizîkî dike. Ji ber rewşa ku gel  tê re derbas bûye û mayinên ji hêla DAIŞ`ê ve hatine çandin, gel rastî gelek ziyanan hat.

Çeteyên DAIŞ`ê Nexweşxaneya Wetenî wek navendekê xwe tê de bi cih kiribû û dema QSD’ê  dest bi rizgarkirina bajêr kir, xwe di wir de parast. Her wiha gelek mayin di wir de çandin ji ber vê yekê nexweşxane wêran bû.

ANHA


Mijarên Din