Serçeteyekî DAIŞ‘ê li Dêrazorê hate kuştin

Di çalakiyeke bi boandor a Yekîneyên Antî-Teror ên QSD‘ê li gundewarê Dêrazorê de serçeteyekî şaneyek DAIŞ‘ê hate kuştin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye ragihand ku di çalakiyeke taybet a yekîneyên wan de serçeteyekî DAIŞ‘ê hate kuştin.

Daxuyanî wiha ye:

"Yekîneyên Antî-Teror yên girêdayî hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo girtina emîrê rêxistina "DAIŞ a terorîst" yê bi navê Ebû Umer El-Sûrî çalakiyek bi bondor li gundê Riz ê girêdayî herêma Bisêra yê Dêrazorê pêk anî. Ebû Umer El-Sûrî berpirsê biçekkirin û veguhestina şaneyên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di  girtina di ser cihê wî de nekarî bireve, tevî gelek bangewaziyên radestkirinê Ebû Umer hewl da bi yekîneyên me re bikeve nav şer de û bombeyekê bavêje yekîneyê me. Di encama çalakiyê de Ebû Umer El-Sûrî hate kuştin.

Ebû Umer El-Sûrî berpirsê biçekirina şaneyên veşartî bû, ji civînekê vedigeriya û ji bo êrîşên nû li herêmê plan dikir.

Tê texmînkirin ku kuştina Ebû Umer El-Sûrî êrîşên terorîst li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kêm bbike."

ANHA


Mijarên Din