Şerê li derdora Serêkaniyê dijwar dibe

Li derdorana bajarê Serêkaniyê ji 3 aliyan ve şer dijwar dibe û şervanên QSD`ê bersiva hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didin.

Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku  ku nêzî 30 hezar çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji 3 aliyan ve êrîşî bajarê Serêkaniyê dikin.

Bajar ji aliyê bakur taxa Hewarne û li aliyê rojava ji bajarokê Til Helef rastî êrîşan tê.

Her wiha êrîş li herêma pîşesazî ya rojhilatê bajarê Serêkaniyê jî rû didin.

Êrîş bi destekdayîna balafiran li ser navenda bajarê Serêkaniyê û derdora wê pêk tê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din