‘Şer dê li Idlibê gur bibe’

Fermandarê Hêzên El-Şîmal Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî, diyar kir ku piştî lidarxistina  lûtkeya sêalî ya Astanayê,  dê şer li parêzgeha  Idlibê gur bibe.

Di 16’ê Îlonê li paytexta Tirkiyê Enqereyê, lûtkeya sêalî ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li dar ket. Armanca lûtkeyê girêbestên nû yên derbarê Sûriyê de, nîqaşkirin bû.

Tevî îdîayên hersê dewletan ên li ser çareseriya aloziya Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyê û pirsgirêkên dîtir li Sûriyê, hê jî li ser erdê şer didome.

Fermandarê Hêzên El-Şîmal Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî got: "Ji 15’ê Adara 2011’an ve hê jî şerê berjewendiyan berdewam e.”

El- Idlibî derheqê lûtkeya sêalî ya li Enqereyê û bandora wê ya li ser rewşa Idlibê wiha axivî: “Tiştê li Idlibê bûye û piştî lûtkeya sêalî dibe, ber bi rewşekî leşkerî ve diçe. Dê têde dabeşî li ser berjewendiyên Astana ya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de pêk bê. Ji ber ku mijara pêkanîna berjewendî û  daxwazan e û ne mijara çareseriya Siyasî ya li Sûriyê ye."

El-Idlibî wiha domand: "Dewleta Rûsyayê hewl dide bi Emerîkayê re bibe blokek cîhanî. Ew berjewendî li Sûriyê ye. Ev jî diyar dibe ku helwesta Rûsyayê sabît e û nayê guhartin. Ji bo vê jî dixwaze Sûriyê ji aliyê erdnîgarî, siyasî û leşkeri ve vegere ji desthilatdariya Sûriyê re. Lê belê nexşekirina dawî bi xwe re çareseriya siyasî tîne."

El- Idlibî derbarê rola Îranê ya li Sûriyê de wiha got: “Îran weke dewletê pişta xwe dide belavkirina komên girêdayî wê li Sûriyê. Ev siyaset li Iraq û Lubnanê jî pêk anî. Ev belge û mijar dibe ya danûstandinan derbarê dosyeya nukleerê bi dewletên mezin re. Ji lew re hebûna wê li Sûriyê belgeyeke girîng û aktîv e. Dê ji xwe re bike şansek derbarê firehkirina berjewendiyên li Idlibê de ya ku jê re mijareke girîng e."

El-Idlibî diyar kir ku tişta herî bi zirar û dijwar destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û hebûna AKP’ê ye. El- Idlib wiha got: “AKP parçeyek ji tora partiyên Îxwan a ku li Rojhilatê Navîn mîna penceşêrekê belav bûye. Lê divê di vir de rola Erdogan a vegerandina xewên desthilatiya Osmanî jî ji bîr nekin. Alîgiriya komên çete û siyasî ji Tirkiyê ji ber vê yekê tê. Ji lew re Idlib ji dewletên mezin re berjewendiyeke girîng e. Ji ber ku Dewletên Yekîtiya Ewropa û Emerîka bilindkirina şerê li Idlibê red dike. Ew jî bi sedema pêlên koçperan a ku dê ji 3 milyonan ber bi YE’yê ve biçin, derbas bike. Ji wê jî zêdetir heke rejîma Sûriyê serweriya Idlibê kir, dê ji biryara çareseriya siyasî ya navneteweyî ya li Sûriyê ya bi hejmara 2254, bireve."

El-Idlibî destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyê, çareseriyek ji koçperên Sûriyê re dît ku ji Idlibê vegerîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi navê qaşo mirovî ya Tirkiyê bi nav kiriye û di herêma “ewle” de bi cih bike. El- Idlibî got: “Ew çareserî jî ji hemû kesan re li ber çavan e, mîna sûca dagirkirina Efrînê, koçberkirina şêniyên wê û guhartina demografîk a ku Rûsya û Tirkiyê pêk aniye. Rûsya û Tirkiyê girêbesteke sûcê li gor rêgeza "bide û bistîne" ya guhartina Xota û Efrînê bi kar anî. Niha jî berjewendiyên Tirkiyê diyar in û dixwaze vê sûcê dîsa dûbare bike û di girêbesta Idlibê li beramber dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne."

Li aliyekî dîtir jî, tevî ragihandina avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê li ser zimanê Sekreterê Giştî ya NY’ê Antonio Guterres, fermandarê Hêzên El-Şîmal Demokratî wiha axivî: "Rastiyê heyî, rûdanên li NY’yê yên derbarê doseya Sûriyê û daxuyaniyên rayedarên NY’yê yên nêzbîna çareseriya siyasî ya Sûriyê de, berovajî dike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din