Senherîb Bersûm: Êrîşa Tirkiyê gefan li xiristiyanên herêmê dixwe

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanan Senherîb Bersûm hişyarî da ku êrîşa Tirkiyê gefan li hebûna xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, vê yekê metirsiyên operasyonên etnîkî û qirkirinê li herêmê ku zêdetirî 5 milyon kes ji hemû pêkhateyan lê dijîn, çêkirin.

Bersûm der barê gefên Tirkiyê de wiha got: "Gefên Tirkiyê û komkirina hêzên leşkerî li nêzî sînorê Sûriye û Tirkiyê gefên cidî ne, bi wê yekê hewl dide rasterast destwerdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û herêmê dagir bike, her wiha îradeya pêkhateyên herêmê ku gelek serkeftin di aliyê leşkerî, siyasî û rêveberiyê de pêk anîn, bişikîne."

Der barê metirsiyên ku dibe di êrîşa Tirkiyê de rastî herêmê were, Bersûm wiha got: "Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê dê metirsiyên mezin li herêmê bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêke, taybet gelê Suryanî-Aşûrî ku dê ji pêkhateyên din bêhtir zirarê bibîne, ji ber ku Tirkiye di êrîşên xwe yên bejahî de pişta xwe da komên çeteyan û ew jî komkujiyan li herêmên ku dagir dikin, pêk tînin."

Bersûm diyar kir ku êrîşa Tirkiyê gefan li hebûna gelê xiristiyan dixwe.

Bersûm wiha domand: "Encam dê rewşên koçberiya mezin û karesatên mirovî, rewşên koçberiyê ber bi herêmên din ve pêk were, ji ber metirsiya binpêkirinên ku dê ji komkujiyên der heqê gelê Suryan-Aşûrî de pêk were."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî wiha got: "Me gelek name ji dewletên rojava û dewletên hevkar re şandin û daxwaz ji aliyan kir ku sînorekî ji van metirsiyên ku dê rastî herêmê were, deynin. Her wiha rola xwe di sekinandina êrîşa Tirkiyê li ser herêmê de bilîzin, da ku Tirkiye rêgez û hevpeymanên mekanîzmaya ewlehiyê ku berê li serê li hev kirin, pêk bîne û ewlehî û îstiqrara herêmê xirab neke. Bi hev re parastina destkefiyên ku hatine bidestxistin biparêzin ku koalîsyon tê de hevkarekî sereke bû.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din