Şengaliyan şehîdên fermanê bi bîr anîn

Li Şengalê bi meşekê şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatin bibîranîn.

Li navenda Şengalê ji bo bîranîna şehîdên fermanê 5’an a 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anî bû meşek hate lidarxistin.  Meşa bi dehan ciwan tevlî bûn ji taxa Rojhilat dest pê kir û heta  çerxerêya Yermokê dom kir.

Di meşê de wêneyên şehîdên fermanê hatibûn rakirin û dirûşmên daxwaza xweseriya Şengalê hatin berzdayîn.

Li çerxerêya Yermokê pêşangeha ku wêneyên fermanê li xwe digre hate nîşandan, piştre jî bîranîn dest pê kir.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hizam Abdullah axivî û got: “Ev roj ji bo civaka Êzidî rojeke reş e. Ji ber ku DAIŞ’ê bi her awayî êrîş kir û xwest civaka Êzidî tine bike. Me jî dosyaya fermanê û komkujiyên li Şengalê hatin kirin ji hemû cîhanê re şandin.”

Oldarê Êzidî Faxir Xelef jî axivî û diyar kir ku  vê rojê bi dilekî xemgîn bi bîr tînin. Xelef sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.


Mijarên Din