Şengala birîndar di navbera berjewendiyên herêmî û çareseriya kurdistanî de ye

Destpêka Cotmehê, hikumetên (Bexda û Herêma Kurdistanê) li ser rewşa herêma Şengalê li hev kir. Komên terorîst ên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de êrişên qirkirinê birin ser Şengalê,  komkujî pêk anîn û bi hezaran êzidî koçber dan koçberkirin. Her wiha keraseteke mirovî çêbû ku heta niha şopên wê xuya ne. Ev êriş piştî vekişandina hêzên pêşmerge ji Şengalê pêk hat. Em dikarin bêjin ku guman li ser xalên lihevkirina dualî hene.

Ev peyman di navber herdu hikumetan de li ser herêmeke bi nakok a li gorî madeya (140) hate îmzekirin. Lê herêmên din ên bi nakok mîna Kerkûk, Mexmûr, Xaneqîn, Germiyan û herêmên din di nav xwe de negirt. Dîsa bêyî beşdarkirina şêniyên herêmê û malbatên qurbaniyên êrişa rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ya sala 2014'an pêk hat.

Herdu aliyên lihevkirinê anku hikumeta Iraq û PDK'ê xwe li ser şênyên herêmê ferz dikin ên ku piştî fermana sala 2014'an ji wan herduyan bi nefret û bê bawer bûne. Li ser vê heger her du mafê xwe ya qanûnî ya birêvebirina herêmê daxwaz dikin, di dema êrişa hovane û terorîstî ya DAIŞ'ê de çima ev maf di parastina wan de tunebû!? .

Peyman planeke iraqî-tirkî ye, armanc jê ew e ku koorîdoreke nû ya bazirganiyê bê vekirin ku ji Tirkiyê derbasî Tilefer, Şengalê û herêmên Mûsilê bibe û li şûna deriyê Îbrahîm Xelîl ê li herêma Kurdistanê bê bikaranîn.

Ji ber vê yekê dê bandorên wê yên herêmî dijî berjewendiyên Kurdan be, ji ber ku dê herêmeke vala di navbera Rojava û Şengalê de were avakirin û îradeya azad a êzidiyan were têkbirin.

Piştî agahiyên girêdayî yekbûna refa partiyên Kurdî li Rojava, gelek çavdêr dibêjin dibe ku ev peyman li gorî rêkeftinên ewlehiyê yên piştî Îlona 2020`an di navbera Tirkiyê, Îran û Iraqê de, pêk hatibe, ku Tirkiyê û wan dewletan xwestin bi wê yekê dibjeriya lihevkirina kurdî-kurdî nîşan bidin. Her wiha Tirkiyê bi awayekî yekser daxwaza îmzekirina vê peymanê kiriye û nûnerê serokatiya Amerîkayê li Rojava James Jeffrey jî destek daye wan.

Her wiha çiyayên Şengalê ji ber bilindahiya xwe xwedî cihekî stratejîk di aliyê leşkerî de ye. Îsraîl ditirese ku ev dever an ku çiyayên Şengalê jı hêla

Îranê ve were bikaranîn da ku êrişên mûşekên dûr-dirêj li dijî wê pêk bîne. Mîna ku Iraq di dema hikumê Sedam Hisên sala 1991'an de anku dema şerê kendavê yê duyemîn 39  moşek ji çiyayê Şengalê avêtin Îsraîlê.

Heger ev van xelan binirxînin em ê bighêjin van encaman;

Zehmet e ku herêm vegere mîna rewşa beriya Tebaxa 2014'an, wekî ku PDK'ê îsrar dike. Ji ber ku şêniyên baweriya xwe bi hêzên vê partiyê winda kir.

Heger hikumeta Iraqê an PDK'ê nikaribin peymanê pêk bînin, di encamê de dê Tirkiyê hincetan ji destwerdana xwe ya leşkerî ya rasterast derxîne û bi komên terorîst mîna Cebhet El-Nura, Terhrîr El-Şam, Furqet Sultan Murad û komên dîtir herêmê dagir bikin û komkujiyên ku DAIŞ'ê li Şengalê pêk anîbûn, dûbare bikin mîna ku li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiribûn.

Ji ber vê, divê aliyên kurdistanî bi baldarî û li gorî berjewendiyên kurdistaniyan, ne li gorî berjewendiyên partiyekî û desthilatdariyê tevbigerin. Nemaze di vê rewşa heyî ku têkoşîna gelê me yê Kurdistanê tê re derbas dibe û guhertinên ku li herêmên Rojhilata Navîn çêdibin ku encamên wê li  Kurdistanê û maseya diyalgoan dike.