Senator Graham: Em ê cezayan li Enqereyê ferz bikin

 Senatorê DYA’yê Lindsey Graham bal kişand ser girîngiya rawestandina komkujiya Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got dema hesabxwestina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê ye.

Lindsey Graham bi tweetekê ragihand ku niha bi serokê Amerîkayê re axivî û spasiya biryara bi Kongreyê kir ku dê bi rêya mekanîzmaya ferzkirina cezayên li ser aboriya dewleta Tirk, êrîşên li ser Sûriyê werin rawestandin.

Her wiha Graham bal kişand ser ku heke kiryarên dewleta Tirk li Sûriyê neyên çavdêrkirin, dê bandorê li aramiya Rojhilata Navîn jî bike.

Lindsey Graham got, dem dema cezakirina dewleta Tirk e ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tîne.

Her wiha bal kişand ser îdiayên ferzkirina cezayên li ser Tirkiyê û got dê ji cezayên ku DYA`yê li ser Îranê ferz kir, tundtir bin.

Senatorê Komarparêz Lindsey Graham destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk dê hata astekê destekê bidin zindîkirina DAIŞ`ê û rola dewletên herêmî yên li dijî Washingtonê xurttir bike.

(eh)

 

 


Mijarên Din