Sempozyûma Hunera Şêwekariyê dewam dike

Sempozyûma Hunera Şêwekariyê ya li Kobanê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

4'emîn Sempozyûma Hunera Şêwekariyê di roja duyemîn de li Hola Firatê ya Kobanê dewam dike. 40 şewêkarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî Sempozyûmê bûne, xêzkirina wêneyan dewam dikin.

Piraniya wêneyan balê dikişînin ser têkiliyên di navbera mirov û xwezayê de û lêgerîna li aştî û aramiyê.

Şêwekar Aslan Mamo di wêneya xwe de mirovî û xwezayê nîşan dide wiha got: "Bêyî xwezayê mirov nikare bijî. Di hundirê her yek ji me de badorên şer heye, ji ber vê yekê min wênexêzî hilbijart da ku bi rêya wê hastên xwe îfade bikim. Sempozyûm ji bo me wekî şêwekar şanseke da ku rîşa xwe bikin yek, hevdu nas bikin, çandên herêmên din nas bikin û ezmûnên nû werbigirin."

Sempozyûm wê heta 26'ê Gulanê dewam bike û dê di 28'ê Gulanê de li bajarê Qamişloyê dest pê bike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din