​​​​​​​Selman Barûd: Pêkanîna Qanûna Qeyser derbeya herî xurt li dijî aboriya Sûriyê ye

Hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûd diyar kir ku pêkanîna Qanûna Qeyser dê derbeyeke mezin ji bo aboriya Sûriyê be. Her wiha banga dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji lîsteyên pêkanîna vê qanûnê kir.

Şêniyên herêmên Sûriyê bi metirsiyeke mezin li pêkanîna Qanûna Qeyser dinêrin. Ev qanûn di serdema serokê DYA’yê yê berê Barack Obama de hatibû pêşkêşkirin û piştî taloqkirinê heta çend salan Kongreya DYA’yê û rêveberiya serok Trump qanûn erê kir.

Qanûna Qeyser gava herî bi hêz e ku di çarçoveya rêzegavên rêveberiya DYA’yê di ferzkirina cezayên aborî li ser rejîma Sûriyê de, pêk tê. Qanûn alî yan dewletên ku alîkarî, fînansekirinê yan jî bi rengekî din piştgiriya aborî didin hikumeta Sûriyê, hedef digire.

Hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xwerer Selman Barûd, cezayên aborî li ser Sûriyê ji ANHA`yê re nirxandin û wiha got: "Bi destpêkirina şerê Sûriyê re bandor li rewşa aborî bû. Cezayên DYA û Yekitiya Ewropayê yên li pey hev li ser rejîma Sûriyê, aboriya  Sûriyê xist rewşeke xerabtir û nirxê lîreyê Sûriyê daket."

Selman Barûd wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heke ev qanûn pêk bê, dê berbeyeke bi êş a li dijî rejîm û aboriya Sûriyê be. Dê ceza li dijî her aliyekî dewletî yan hikumî yan jî şerîketên ku bi hikumeta Sûriyê didin û distînin, pêk bên û dê rewşa aboriyê ya jixwe têkçûyî alozîtir bike. Her wiha dê bi rêjeyeke bilind nirxê leyreya Sûriyê dakeve."

Barûd piştrast kir ku rewşa jiyanî ya şêniyên dê xerabtir bibe û dê şênî zerara herî mezin ji vê qanûna ku dê bi xwe re aloziyeke aboriyê ya tûj bîne, bibînin.

Hevserokê Desteya Aboriyê destnîşan kir ku hin bazirgan beşên mezin ji pereyên biyanî (dolar) ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qaçaxî derbasî herêmên din ên Sûriyê dikin.

'MEKANÎZMAYA PÊKANÎNA QANÛNA QEYSER HETA NIHA NE ZELAL E'

Li ser mekanîzmaya pêkanîna qanûna Qeyser, Selman Barûd wiha got: "Ta vê kêliyê navaroka vê qanûnê ne zelal e, lê belê bi giştî em dikarin bibêjin ku dê bi rengekî yekser dan û standinên aborî bi Sûriyê re bike hedef."

Têkildarî dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Barûd wiha da zanîn: "Ji bo dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji lîsteyên pêkanîna Qanûna Qeyser, em peywendiyan bi rêxistinên navdewletî, Koalîsyona Navneteweyî û civaka navneteweyî re pêk tînin."

Selman Barûd banga tevgerkirina bilez ji bo rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku dergehên wê yên sînorî hatin girtin û şandina alîkariyên tenduristiyê û alîkariyên mirovî paşguh kir, nexasim bi hebûna bi hezaran koçberên ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Tê destnîşankirin ku li gorî lîsteyêna cezayên DYA’yê yên berê li dijî hikumeta Sûriyê, Qanûna Qeyser cezayê herî dijwar e lê belê rê li pêşiya çareseriya siyasî vedike. Rakirina van cezayan tenê bi rêya dan û standinên cidî yên rejîma Sûriyê û rawestandina piştgiriya leşkerî ya Rûsya û Îranê ji bo El-Esed, pêkan e.

(cx)

ANHA


Mijarên Din