Seifah Izolî: Aliyên herêmî û navdewletî hevkarên dûrxistina Kurdan ji prosesa siyasî ne

Mamosteya beşa qanûnên navneteweyî Seifah Izolî tekez kir ku divê komîteya destûrê serbixwe be û îradeya tu aliyan paşguh neke.

Mamosteya beşa qanûnên navneteweyî Seifah Izolî ya li paytexta Fransayê Parîsê dimîne, têkildarî mekanîzmaya danîna destûrê ya li gorî qanûnên navdewletî, bersiva pirsên ajansa me ANHA‘yê da.

*Gelo destûrên Sûriyê yên salên 1920, 1973’yan û destûra dawîn a 2012‘an ku hatin danîn, çiqas li gorî qanûnên navdewletî û demokrasiyê ne?

Di serî de, divê were zanîn ku di qanûnên navdewletî de qanûneke yekane ku rêgezên amadekirina destûran û naveroka wan diyar dike, tune ye. Ji ber ku destûr nîşana sembola serwerî û serxwebûna dewleta ye. Her dewletek mafê wê heye ku bi azadî û bêyî destwerdana derve destûra xwe deyne. Lê bi şertê ku ji prensîp, rêgez û hîmên demokrasiyê re rêzdar be. Ya herî girîng jî ew e ku îradeya gelê azad û daxwazên wî temsîl bike û maf û azadiyên wî yên sereke yên li gorî peyman û qanûnên navdewletî mîsoger bike.

Bi giştî di pergalên demoratîk de destûr bi du şêwazan tê amadekirin. An ji aliyê komîteya parlamentoyê ya taybet ji bo vî tiştî hatiye hilbijartin, an jî ji aliyê hikumetê yan jî komîteyek ku ji pisporan pêktê tê amadekirin. Destûra ji aliyê komîteya ji pisporan ve tê amadekirin, taybetmendiyên wê hene. Ji ber ku pragmatîka bi lez e, lê pir caran ne rewa ye. Ji ber ku endamên wê ne ji hêla gel ve, lê belê ji hêla komîteya parlamentoyê ve rasterast têne hilbijartin. Ji ber vê yekê destûra ku ew pêşniyar dikin divê ji referandumê re were pêşkêşkirin da ku di bin qanûnên navneteweyî de rewa be.

Wekî ku ji bo destûra 2012’an, ew di şert û mercên taybet de piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê û bi mebesta ku li derdora wê kombûyînek çêbibe hat e dayîn. Amadekirina destûrê ji bo komîteyekê ku ji bo vê yekê hatibû avakirin hate erekedarkirin. Nûnerên Partiya Baas zêdeyî nîvî endamên xwe beşdarî komîteyê kirin da ku encama dengdanê li ser biryarên wê mîsoger bike.

Tevî guhertinên erênî yên di destûrê de hatine dayîn mîna betalkirina madeya 8’an a ku hegemonya partiya Baas li ser tevahiya saziyên dewletê dide runiştandin, diyarkirina dema serokatiyê bi du wilayetan, runiştandina hindek azadiyê giştê û şaxî, lê ev destûr tu guhertinên cewherî li gorî daxwazên gelê Sûriyê û qurbaniyên mezin ên ku dane ji bo ku bigihîje pergalek demokratîk a rastîn ku azadiyên giştî û mafên bingehîn ên hemû pêkhateyên gelê Sûrî pêk tîne çênekir.

Bi vî rengî, guftûgoyên berdewam ên li ser avakirina komîteya destûrî xwedî girîngiyeke mezin e. Tevî ku amadekirina destûreke nû ji welatê re ne kelema tekane ya li pêşiya pêkanîna aştî û aramiyê ye, lê destûr stûnê pişta dewletê ye. Tecrûbeyên navdewletî diyar dikin ku tişta ku dê ji hêla vê komîteya destûrî ve were pesendin hîm û bingeha ku Sûriyê piştî aloziyê li ser wê were avakirin e. Bi taybet mijarên girêdayî şeklê dewletê, pergala wê, navê komarê, cûdakirina desthildariyan, pêşxistina dewleta qanûn, pirrengî, parastina mafê azadiyan û îtîrafkirina destûrî bi maf û taybetmendiyên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê.

*Di aliyê qanûnî de, dê destûr çawa rewa û demokratîk be da ku ji aliyê hemû pêkhate û beşên Sûriyê ve were qebûlkirin?

Bêguman destûrên berê yên ku komara Sûriyê bi rê ve birin, piraniya wan ne demokratîk bûn û ne li gorî qanûnên navdewletî bûn. Ji bo ku destûr rewa û demokratîk be divê rêbazên nivîsandina wê demokratîk be û di navarokê wê de mafên sereke yên ku di peyman û pîvanên navdewletî de hatine diyarkirin rêzdar bin. Bi taybet di aliyê mafên mirovan, mafên netewe û olan be. Ji ber vê yekê ji hîmên sereke yên komîteyê îradeya gelan paşguh neke. Lê belê komîte serbixwe be û ji hêla gel ve were dayîn. Di heman demê de divê nûnertiya hemû beşan bike û hêviyên wê bi cih bîne.

Rewşa Sûriyê êdî nayê tehemûlkirin, pêwîst e demildest gava yekem were avakirin. Ji ber ku berdewama aloziyê, ne di berjewendiyên gelê Sûriyê de ye. Divê bi lez çareseriyeke aştiyane bi rêya diyalogan pêk were da ku dawî li şerê ku ev zêdeyî 8 salan dewam dike û bûye sedema parçekirina sêdeyî nîvê gelê Sûriyê û wêrankirina binsaziya dewleta Sûriyê were.

Lê pêwîstiya bidawîkirina vê rewşê divê ne li ser hesabê rêzdariya mafên gelê Sûriyê û biryara wê di destûrê de be. Komîteya Destûrî ya di encamê Kongreya Sochi de derketiye der barê mekanîzmeya wê avakirinê de du pirsigêrkan radike, bêyî ku li ser pergala xebata xwe û mekanîzmaya xwe ya biryarbûnê biaxive, ev yek li ser du xalên sereke diyar dibin:

Ya yekem nebûna serxwebûna wê ye, ji ber ku hin dewletên bi nakok li ser qada Sûriyê mafê di diyarkirina endamên wê vetoyê bikar aniye. Bi vê yek nûnertiya îradeya gelê azad bi awayekî mutleq temsîl nake û serwerî û serxwebûna wê îfade nake.

Xala duyemîn destûr ne temam e, ji ber pêkhateyeke sereke ya gelê Sûriyê; Kurd hatin dûrxistin.

Di encamê de, ji kêliya damezirandinê ve rewabûna vê komîteyê kêm e, qanûnên navdewletî û biryara Konseya Ewlekariya ya 2254’an binpê dike. Li gorî biryarê "Konseya Ewlekariyê teqez dike ku bêyî prosesa siyasî ya bi serkêşiya Sûriyê ku hêviyên rewa yên gelê Sûriyê bi cih bîne çareseriya dayîm ya aloziya heyî ne pêkan e". Her wiha di biryarnameyê de tê gotin ku gelê Sûriyê bi xwe biryara pêşeroja xwe diyar bike. Li gorî madeya 4‘emîn jî Konseya Ewlekariyê piştgirî dide prosesa siyasî ya bi rêvebirîya Sûriya re ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatî hêsankirin û di nav şeş mehan de armancek damezrandî, pêbawerî û nemezhebî saz bike.

Diyar e ku komîteya destûrî ya niha hatî avakirin şertên ku bi biryara Konseya Ewlehiyê ve hatine pejirandin pêk nayne, ji ber vê yekê zor e ku bigihîje destûrek ku daxwazên gelên Sûriyê di ser berjewendiya dewletên nakok ên li ser xaka Sûriyê bigire.

*Gelo destûra niha mafên pêkhateyan diparêze, ev komîte dikare destûreke guncaw amade bike?

Destûrên Sûriyê giştîne û dûrî rêzdariya pirrengiyê ne, çi pirrengiya siyasî yan jî nijadî û olî be. Mirov dikare wê bi komarên jakoben bi nav bike. Ev komar mîna dewleta Tirk û heta weke dewleta Fransa banga yek nijadî, yek xwîn, yek ziman û yek netewe dikin.

Tevî ku rûniştandina mafên kêmneteweyan ne tenê daxwazek demokratîk e lê belê ew şertek û hîmeke bingehîn e ji bo ku aştiya navxweyî ya daîm belav bibe û yekitî û serdestiya welêt mîsoger bibe.

Gelek tecrubeyên navdewletî xuya kirin ku destûrên ku piştî aloziya siyasî yan jî şerê navxweyî amade dibin, eger mafên kêmneteweyan mîsoger nekirin wê nikaribin aştiya daîm mîsoger bikin. Mînak destûra iraqî ye ya ku di 15‘ê Cotmeha 2005`an de amade bûye. Ruxmî ku bi rêya referandonê bi rêjaya ji sedî 78.59 hatiye pejirandin li beramberî ji sedî  21.41 dijberî wê derketine, lê ew aştî û ewlehî ji gelê iraqî re neanî.  Ji ber ku pêkhateya sunnî ya erebî hate paşguhkirin û ji prosesa siyasî hate dûrxistin, ruxmî ku 17 nûner ji bingeha 76 tev li amadekirina destûrê bûn. Em dikarin tecrubeya Ruwanda, Sîerra Leone, Sirbiya, Kosova, Kongo û hwd bi bîr bixin.

Helbet destûr ne hîmê tekane ye ku aştiya navxweyî mîsoger dike, her wiha dewlet û mirov yên ku ji ber şerê navxweyî wêran bûne ava dike. Avakirin jî  prosesek dijwar û zehmet e ku pêwîstiya wê bi gelek salan û kedeke bêhempa heye. Lê destûr cewherê yekemîn an jî ya rastir bingeha sereke ya ku dê li ser wê ava bibe. Girîngiya wê  ji vir tê û divê em wê bi sivikî nebin.

Dûrxistina Kurdan ji destûrê...

Ji bo Sûriyê, garantiya aştiya navxweyî ya pêşerojê bi rêya îtîrafkirina bi destûrê pêkan e, ji ber ku Sûriyê dewleteke tê de pirol û piretnîk heye, ne pêkan e li gor derfetên jiyana hevbeş a aştî ya di navbera tevahî pêkhateyan de li gor nimûneya dewleta navendî ya beriya 2011’an bê jiyîn û bawerkirin.

Tevî gelek nuqteyên nakokî û kûr di navbera rejîm û beşek mezin ji opozîsyonê de, lê her du aliyan li ser dûrxistina pêkhateya Kurd ji prosesa siyasî û jinûveavakirina dewleta navendî li hev kirine, bi vî awayî bi her awayî pergala nenavendî ya fedarlî red dikin.

Tevî ku Kurd roleke bingehîn di şerê li dijî terorê, bi taybet li dijî terora DAIŞ’ê de lîst û bi deh hezaran şehd di oxira parastin û aştiya xaka Sûriyê de da. Lê bi fişara Tirkiyê û rejîmê ji xebata siyasî û tevahî nîqaşên Cinêv, Astana û Sochi hat bidûrxistin. Ji wê zêdetir jî piştgiriya siyasî û dîplomasî ya dewletên rojava yên hevalbendên wê yên ku şerê dewleta îslamî kiriye, bi taybet Amerîka û Fransa, tune bû. Amerîka û Fransa giraniya xwe yan dewletî ji bo beşdariya Kurdan, bi taybet Rêveberiya Xweser di xebata siyasî de bi kar ne anî

Ji daxuyaniyên Amerîka û Fransayê tê diyarkirin ku piştevaniya ji Rêveberiya Xweser re tê pêşkêşkirin di çarçoveya aliyê leşkerî de ji bo têkbirina DAIŞ‘ê sînordar bûn. Tu îşaret bi doza Kurdî û girîngiya ku ev gel bigihîje mafê xwe yê rewa nekirin.

Diyar e tevahî aliyên herêmî û navdeweltî di dûrxistina pêkhateya Kurd di xebata siyasî de alîkar in. Tevî hebûna mezin û ya bi hêz Kurdan li ser xaka Sûriyê û rola wê ya mezin û êrênî di a şoreşa Sûriyê de nûnertiya komîteya destûrê ya bi 150 endaman nake. Şandeya rejîmê ji 50 endaman pêk tê, tê de nûnerek ji pêkhateya Kurd tune ye. Her wiha 50 endam ku nûnerên opozîsyonê dikin, hatin beşdarkirin, di navê de 2 kesayetên Kurd hene, lê bi navê şandeya itîlafê hatine bijartin. Her wiha ne weke nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurdî ya ku parçeyek ji Itîlafa Sûriyê ye hatin bijartin. Lê 50 kesên dîtir ên ku hatin hibijartin. Ji hêla nûnerê navneteweyî hatin bijartin û hê jî navên wan ne diyar in. Heta ku hin kesayetên neteweyî yên kurdî jî di nava wan de hebin, Ev ne tê wateya nûnertiya Kurdan. Ji ber ku nûnertiya Kurdan, bi şandeyeke serbixwe divê bi navê pêkhateya Kurdan ji nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Neteweyî ya Kurdî pêk bên. Her wiha divê bi navê gelê Kurd û li gor berjewendiyên gelê Kurd biaxivin. Da ku bi destûra ku garantora tevahî sûriyan dike û demokratî û yekitiya xaka Sûriyê diparêze, bê îtîrafkirin.

Heke daxwaza pêkhateya Kurd bê mîsogerkirin, divê piştevaniya wê di destûrê hebe û parastina ji bo tevahî pêkhateyên dîtir bê kirin. Her wiha jî divê parastina tevahî etnîk û olan bê kirin. Ew jî tenê bi avakirina dewleteke pirrengî ku tê de rêzdariya tevahî aliyan hebe pêkan e. Her wiha jî kêmnetewe beriya pirneteweyîbûnê be di avakirina dewleteke demokratîk a pirrengî û sepandina bingehên aştiya wehkev û daîm de.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din