​​​​​​​Şehîdên komkujiya Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn

Komîteya Koçberên  kantona Şehbayê yên li bajarê Minbicê, bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Til Eran û Til Hasilê bi bîr anîn.

Bi boneya salvegera 7'an a komkujiya li Til Eran û Til Hasilê yên bakurê bajarê Helebê, Komîteya Koçberên kantona Şehbayê ya li Minbicê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariya hate kirin ku komîteyeke lêpirsînê derbarê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de were avakirin da sûcdarên komkujiyê werin cezakirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin "7 sal li ser komkujiya Til Eran û Til Hasilê re derbas bûn, mîna ku ev komkujî duh pêk hatibû em bi bîr tînin. Ew rojên reş bi êrişên DAIŞ, El-Nusra û Meclisa Leşkerî ya Helebê 27'ê Tîrmehê li dijî mizgeftekê dest pê kir, dema ku şênî nimêj dikirin. Bi mîkrofona mizgeftê bang kirin jin, zarok û pereyên we ji me re helal in, teslîm bibin. Ev bes bû ku ciwanên gund xak û rumeta xwe di sê rojên şer de parastinê bikin û ji cîhanê re îsbat kirin ku mirovahî nemaye û hin dewlet li pey van hêzên tarî ne. Şêniyên herdu gundan zêdeyî 50 şehîd dane. Piştre cîhanê rastiya kesên îdia dikirin ku ji bo rizgarkirinê dînê xwe hatine, nas kirin. Lê bi cenazeyên şehîdan listin, nehiştin ku di goran de werin veşartin, jin, zarok û îxtiyar girtin û milkên wan talan kirin û dizîn."

Her wiha hate destnîşankirin ku sûcên ku li dijî Til Eran û Til Hasilê hatin kirin îro li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dûbare dibin.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê hate kirin ku derbarê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de komîteyeke lêpirsîn ava bikin û kesên li pey van sûcan eşkere bikin û darizînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku heta kêliya derxistina vê daxuyaniyê dewleta Tirk û çeteyên wê sûc û komkujiyên herî hovane ji qetilkirin, talankirin û koçberkirina bi darê zorê, tecawizkirina jinan li Bab, Cerablus û Ezazî didomînin. Her wiha Til Rifet, Fafîn û Ehrisê yên ewle bê serûber topbaran dikin.Dîsa jî li kantona Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê demografiya herêmê diguhere.

Komîteya Koçberên Şehbayê yên li Minbicê bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û mafên mirovan hate kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê, parêzgeha Idlibê û tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî derxînin da ku şênî li warê xwe vegerin.

ANHA


Mijarên Din