Şehîdên komkujiya Pirsûsê li Qamişloyê hatin bibîranîn

Tevgear Komunist a Şoreşger 33 ciwanên ku komkujiya 20’ê Tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin, bibîr anîn.

Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, ji çar aliyên Tirkiyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûn û xwestin pêlîstokên ku ji bo Zarokên Kobanê kom kirine, bigînin destê zarokan. Dema li pêş Navenda Çandê ya Amara daxuyanî didan û xwestin biçin Kobanê, çeteyên DAIŞ'ê li dijî kombûnê êrişeke xwekujî pêk anîn. Di encamê de 33 ciwan şehîd bûn û 104 ciwan birindar bûbûn.

Tevgear Komunist a Şoreşger merasîmê bîranînê li Parka Xwendinê ya bajarê li dar xist. Endamên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîmê bûn. Park bi bi wêneyên şehîdên komkujiya Pirsûsê û mûman hatibû xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Xeyalê wê nîvco namîne" hatin daliqandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, Elî Umer axivî, sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest û got, mîna vê komkujiyan yek ji rêbazên dagirkiriya Tirk ji bo qirkirina gelan û têkbirina hewldanên azadî, demokrasî û aştiyê ye.

Ji rêveberên TEV-DEM'ê Abid Îbrahîm jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan koma Şehdî Botan stranên şoreşgerî gotin.

Di dawiya merasîmê de belgefîlmeke li ser komkujiya Pirsûsê hate pêşandan.

ANHA


Mijarên Din