Di 14’ê Tebaxa 2013’an de çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li dijî şêniyên gundê Kefer Sexîr ê kantona Şehba pêk anî û di encamê de bi dehan kes hatin qetilkirin.
Bi dehan endamên Kombenda Efrîn a Civakî li ber navenda xwe ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo daxuyanî dan.
Endamê kombendê Hisên Nesan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, dijminên azadî, aştî û edaletê yên wekî “DAIŞ, Lîwaa Tewhîd, Rebî Erebî tabûra Azadî û tabûra Selaheddîn Eyûbî" li dijî gelê Kurd ên herêmê û li pêşberî çavên civata navneteweyî, herêmî û hikumeta Sûriyê kiryarên dermirovî pêk anîn, dîsa jî wan aliyan ji bo rêgirtina li pêş komkujiyan tiştek nekirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê ev roj wek birînekê di wîjdanê şêniyên gundê Kefer Sexîr de bimîne û wiha hate domandin “Wekî şêniyên gundê Kefer Sexîr em vê komkujiya şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî, di serî de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên mafên mirovan û Komkara Erebî dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û zextê lê bikin, di heman demê de ji bo vegera koçberan bi garantiya navneteweyî li warên xwe, tedbîrên pêwstî bigirin."
Daxuyanî bi sloganên ''Bijî berxwedan gel'' û ''Şehîd namirin" bi dawî bû.
(hh)
ANHA