Şehîdên komkujiya Eqîbê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên 3 sivîlên ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, oxir kirin.

25`ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Eqîbê li dijî malbatekê ku ji dê, bav û keça wan komkujî pêk anî (Hesen Izet Mihemed (55), Fatma Elî (46) û Seroşet Mihemed Hesen (12). Her wiha 3 sivîlên din jî birîndar bûn.

Ji ber topbaranê cenazeyên şehîdan di bin enqazan de man û şêniyan nikaribûn cenazeyan derxin heta topbaran sekinî. Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn kom bûn û cenazeyên her sê şehîdan wergirtin. Paşê şênî ber bi goristana şehîdan a li navçeya Fafînê ve ketin rê. Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ew pêşwazî kirin û tev li kerwanê şehîdan bûn.

Di merasîmê de wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifat, komkujiya Eqîbê û pankartên "Tirkiye xaka me dagir dike, zarok û kalepîrên me dikuje û Rûsya bê deng e" hildan.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtin dest pê kir. Di merasîmê de ji rêveberên Meclisa Kantona Efrînê Newroz Efrîn axivî û soza tolhildanê da. Newroz di axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Ev komkujiya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hat, em şermezar dikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê tolan wan rakin."

Newroz bêdengiya navdewletî der barê komkujiya Eqîbê de şermezar kir û wiha pê de çû: "Kesên ku bi navê demokrasî û mirovahiyê de bang li xwe dikin ma hûn kor bûne. Ma hûn nabînin çi diqewime. Komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser me çêdibin ma ûn nabînin. Em bêdengiya we şermezar dikin."

Di dawiyê de Newroz destnîşan kir ku Tirkiyê di Sûriyê de xizmeta berjewendiyên xwe dike, xaka Sûriyê ya gelê Kurd e û dê heta dawiyê li hember dagirkeran li ber xwe bidin.

Paşê hevserokê Meclisa Navçeya Şêrawa Ehmed Silêman diyar kir ku ewê asta têkoşîna xwe bilind bikin û ev tişt anî ziman:"Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têkoşîna me bilind dike. Em ê berxwedana xwe li Şêrawa û Şehbayê bilind bikin. Em tu carî teslîm nabin û em ji kiyarên wan ên dermirovî natirsin."

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama KPC-D`ê ve hat xwendin. Di dawiyê de cenazeyê her sê şehîdan di nava tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin oxirkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  2`yê Kanûna 2019`an li bajarokê Til Rifatê kantona Şehbayê komkujî pêk anî û di encama wê de 10 sivîl, di nav de 8 zarok, şehîd bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din