Şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîdên berxwedana taxê ya li dijî êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê merasîma bîranîna 139 şehîdên sivîl ên di berxwedana gel a li dijî êrişên li ser herdu taxan de şehîd bûne ku sala 2012‘an de destpê kir lidar xist.

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo axivî, anî ziman ku berxwedana taxa Şêxmeqsûd bi saya fedekariya şehîdan û israra şêniyan a parastina taxê biser ket.

Şêxo got, gelên bi hev re li taxê dijîn li gorî rêgeza şerê gelê şoreşger li rex şervanên YPG û YPJ‘ê li ber xwe dan.

Endama Kongreya Star Fatima Hisêno jî got: "Beriya çend salan mîna vê rojê terorîstên navê artêşa azad li xwe dikin êrişên giran anîn ser gelê me yê sivîl. Şêniyên taxê bi hemû pêkhateyên xwe Ereb, Kurd, Suryan ji mezin heta biçûkên xwe li hemberî van êrişan berxwedanek bêhempa raber kirin û serkeftin ragihandin."

Hevserokê Akademiya Civaka Demokratîk Emîn Elîko nasnameyên şehîdan xwend û wêneyên wan pêşkêşî malbbatên wan kir.

ANHA


Mijarên Din